Berhem Salih: Seredana Hulusi Akar bo Heftanînê tişteka rast nîne

Berhem Salih: Seredana Hulusi Akar bo Heftanînê tişteka rast nîne

.

A+A-

Bexda bi sedema seredana wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar bo herêma operasyonê Heftanînê nerazîbûna xwe diyar kir û notayekî da Ankarayê. Li ser mijarê serokkomarê Iraqê Berhem Salih tevlî panela online ya Enstîtuya Ramanî ya Beyrûdê bû û li ser mijara seradana Hulusi Akra bo deverê û operasyonên artêşa Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê şiroveyan kir.

Berhem Salih ragihand ku tişteka rast nîne Hulusi Akar seredana devera operasyonê Heftanînê kiriye û nerazîbûna xwe bo Ankarayê ragihandine. Berhem Salih di panelê de behsa girîngiya hukumranî û ewlehiya Iraqê kiriye û gotiye ku bi dewletên cîran re, di mijarên cuda de dixwazin bi wan re bixebitin û hevkariyê bikin lê ji mînaka seredana Hulusi Akar a tevgera yekalî nerazîne. Berhem Salih weha dewam kir:

“Endîşeyên ewlehiyê yên Tirkiyê bi sedema hebûna PKK ê ya li ser sînoran, hene. Ev tişteka aşkeraye. Lê em ji cîranê xwe Tirkiyê re dibêjin, serîderketina bi mijarê re divê mijarekî yekalî nînbe. Mijarên ku hukumraniya Iraqê eleqedar dikin, divê di navbera Tirkiyê, Iraq û Herêma Kurdistanê de koordine hebe. Me seredana wezîrê bergiriyê tiştekî rast nedît. Me aciziya xwe bo Ankarayê ragihand.

Em dixwazin bi cîranên xwe re di nav têkiliyên baş de bin. Îran cîranekî me yê girînge. Em naxwazin dagerin ser gengeşeya dewra berê. Divê têkiliyên me di çarçoveya Iraqekî hukumran û Îranekî hukumran de bin.

Îstîqrar û ewlehiya Iraqê bi hûzûr û ewlehiya herêmê re gelek nêz têkildare. Iraqekî bi ewle û bi îstîqrar dikare bibe mifteya hûzûr û ewlehiya herêmê.”

Piştî Tirkiye ew çend operasyonan li Herêma Kurdistanê kir, duhî wezîrê bergiriyê yê Iraqê û wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar bi rêya telefonê axfîbûn û Akar weha gotibû:

“Tirkiye, di serî de bo Iraq û temamê dewletên cîranên xwe, rêz li yekîtiya axa wan, sînorên wan û desthilatiya wan digre û bila gumana ti kesê ji vê yekê tine be.”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin