Berhem Salih: Me nerazîbûna xwe gihand aliyê Tirkiyê

Berhem Salih: Me nerazîbûna xwe gihand aliyê Tirkiyê

.

A+A-

Serokomarê Iraqê Berhem Salih dibêje, “Serdana Wezîrê Berevaniya Tirkiyê bo Iraqê nehate pêşwazîkirin, me nerazîbûna xwe gihande aliyê Tirkiyê.”

Serwerî û Asayîşa Iraqê û serdana bê mohlet a Hulusî Akar wezîrê berevaniya Tirkiyê bo xaleke leşkerî ya Tirkiyê di nav Herêma Kurdistanê de, mijara sereke ya axavtinên Dr.Berhem Ehmed Salih Serokkomarê Iraqê bû di paneleke Enistîtû ya Beyrûtê. 

Serokkomarê Iraqê di wê panelê de bersiva komek pirsên taybet bi rewşa Iraqê da

Berhem Salih di piraniya gotinên xwe de behsa serweriya Iraqê kir, bal kişande ser wê yekê ku , dixwazin li gel welatîn cîran bi hevbeşî kar li ser mijarên cûda bikin nek karê taklayenane û got tevgerên weke Akar li Iraqê nayên pêşwazîkirin.

Berhem Ehmed Salih, Serokkomarê Iraqê, dibêje, “Tirkiyê dilgiraniyên ewlekariyê li ser sinor hene ji ber hebûna PKK , ev tişteke veşartî nîne, lê em ji Tirkiyeya cîran re dibêjin ku serederîkirin li gel vê mijarê  nabe bi taklayen be û serweriya Iraqê were binpêkirin, divê bi hevahengî be di navbera Tirkiye, Iraqê û Herêma Kurdistanê de. Serdana Wezîrê Berevaniya Tirkiyê bo Iraqê nehate pêşwazîkirin, me nerazîbûna xwe gihande aliyê Tirkiyê.”

Di panelê de her yek ji Turkî bin feysel dîplomatkarê Sûdî û Serokê Dezgehê Şah Feysel bo lêkolînan û ceneral xanenişîn yê Amerîkî Davîd Ptrayos beşdar bûn, Serokê Iraqê ji bilî serederîkirina li gel Tirkiyê behsa serederîkirina welatê xwe li gel Îranê kir , di vê mijarê de serweriya Iraqê weke xala herî giring a peywendiyên Iraqê li gel welatên cîran da zanîn.

Berhem Ehmed Salih dibêje, “Em dixwazin peywendiyeke me ya baş li gel Îranê hebe, Îran ciraneke me yê giring e, Em naxwazin vegerin rojên ku hevrikî li gel Îranê hebû em naxwazin vegerin ser şerê Îran û Iraqê. Ji ber wê pêwîste peywendî di navbera Iraqeke xwedî serwerî û Îraneke xwedî serwerî de be.”

Berhem Salih da xuyakirin ku Serwerî û asayîşa Iraqê bandore li ser aramî û ewlekariya navçeyê dike û Iraq dikare bibe kilîla aramiya navçeyê. 

Serokkomarê Iraqê diyar dike, “Divê em haydar bin derbarê serweriya welatê xwe û berjewendiyên xwe, Em naxwazin Iraq  paşkoyeke lawaz a welatên cîran be, Iraqê roleke giring heye û aramiya vê beşa cîhanê bê berçavgirtina berjewendiyên Iraqê nayê bidestxistin.”

Heşda Şeibî û asayîşa navxwe ya Iraqê mijareke din bû ku serokê Iraqê di panelê de behsa wê kir.   Bal kişande ser wê yekê pêwîste Iraq hemû hêzan bixe bin kontrola saziyên leşkerî yên fermî de.  Da xuyakirin Tevî ku Heşda Şeibî roleke berçav di şerê diî DAIŞê de hebûye lê pêwîste  Iraq tevahiya hêzên çekdar bixe bin kontrola dewletê de û bibin beşek ji saziyên fermî yên Iraqê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin