Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Berdewama - Piraniya pênasiyên di-bîbliyografiya Êzdiyên li Tirkiyê-de -Beşê 3

A+A-

 

Bi kurtasî di dîrokê de hebûn û rewşa gelê Êzdî

Ez bixwe li ser vê mijarê ne lêkolînerekî dîrokê  başim, lê bi qasî ku ez dizanim, tiştekî ku ji aliyê gelê li tirkiyê dimîn ve herî kêm tê zanîn jî , ev mijara dîroka Êzdîtî û Kurdistanê ye.

Bi dîtina min , dîroka Êzdiyatiyê divê di berî dîroka nivîskî ya ku, di nav demê de hatiye serûbinkirin de, ango di nav ilmê baweriya batinî  û qewlên me de were gerandin!

Ger lêkolînên dîrokî nehatibûna serûbinkirin û lêkolîneran rast bigotina, dê zelalbibûna ku , hemû dewletên Hind-Ewropî, yên ku li Mezopotamyayê dewleta xwe ya neteweyî ava kirine, hebûna Êzdiyan înkar kirine û ji bo wan bi hêsanî asîmîlebikin gelek hewil dane. (Ji bo bêtir agahdarî binêre li *2 rûp.335-347-).

Em Êzdiyên neviyên kalên xwediyên şaristaniya Ariyan,  li herêmên 7 Mîrgehên ku, 7 Tawis(Sancak-Sembola di şiklê teyrê Tawusê de, ku ji aliyê Êzdîyan ve pîroz dîtin) lê digeriyan dijiyan . Ji bo berfiretior agahiyan binêre: *4 a- Rûpel: 159-162, *11 –rûp.: 85-114 û *12 a-rûpel: 276

Di heyama ku Selahedînê Eyûbî di sala 1188an de Antakya zeft kir, Êzdiyan piraniya nifûsa geliyên çiyayên Amanosê yên cîran pêk dianîn û ev rewş heta nîveka sedsala 19an berdewam kir. Di sedsalên 13-14-an de Êzdiyan gelek misilman û xiristiyan kirine bin bandora ola xwe û qada bandora xwe ji Antakyayê heta Urmiyê, ji Kerkûkê heta Sêwasê berfireh kirin.” Binêre:*12 a. Ji aliyê din ve, ji bo hînbûna rewşa Kurdên Ȇzdî di sedsala XII û di dema nakokiyên Selçûkî-Moǧul de, li *12-b binêre.

Piraniya Êzdiyan piştî damezrandina Dewleta Osmanî neçar man ji warên xwe yên kevnar derkevin. Ji ber vê yekê, jenosîdên Êdiyan herî zêde li wextê Împaratoriya Osmanî , bi taybetî di sala 1514-

1878 hukumdarî kiriye hatine çêkirin: ev jî dora 350 salên.

Wek tê zanîn Êzdiyan dikaribûn ji dema Mîr, Paşa û Mîrekên Kurd, Sultanê Osmanî Yavuz Sultan Selîm û heta yên Sefewîyan Mîrê wê Şah Îsmaîl heta şerê Çaldiranê di sala 1514an xweser û nîvserbixwe bûna xwe biparêzin.

Gava Îdrîs-î Bitlîsî di vî şerî de kir ku, mîr û mîrekiyên kurdan alîkariya hêzên Osmanî bikin, Safewiyan paşve vekişiyane Îranê. Hêzên osmanî bi tayînkirina waliyên biyanî li şûna Mîr û Mîrekên Kurdan, her paşa, bey û fermandarên ku tevgerên Kurdan blindest dikirin, xelat dikirin.

Kurdên Ȇzdî yên berxwedêr, li dijî axayên Kurd yên her tim ji bo osmaniyan hevkar bûn kar

dikirin. Gava Îdrîs-î Bitlîsî, Siltanê Mîrên Kurdan Piştî peymanên di sala 1514an de bi Yavuz Sultan Selîm re çêkirin, Tirkan di sala 1533an de hêja pergala Beg û serok eşîrên Haldi-Xaltî yên Ȇzdî qedandin . Dûre jî hemû gundên Êzdiyan yên ku, li  derdorê herêmên bajarên Wan, Qers, Arî, Hekarîyê , Beyazît, Erzirum, Bedlîs, Meletî û hwd. bûn dorpêç kirine.

“Rêvebiriya van parêzgehên nû, yên împaratoriyê ji waliyên Osmanî re hat dayîn. Destûr dan van parêzgaran ku bi şeklê mîrektiyên otonom li feydeyên Kurdan ên li rojhilatê Dîcle bijîn...

Şerefnameyê de behsa ola Êzdiyatiya pêşîn tê kirin, dûre jî  di sala 1579an de ji bo ku kevneşopiyên hin eşîrên kurdan û hêza malbatên desthilatdar zindî bimîne hatiye nivîsandin. ..”*11-a rûp.:85 û 89

Herêmên Êzdîyan yên din jî di navbera salên 1830-1850 de bi temamî wêran bûne, bi hezaran kes hatine kuştin û yên mayî jî sirgûn bûne.

Hafiz Paşa piştî şerê li Şengalê, êdî li herêmên bakurê Kurdistanê li dijî Kurdan êrîşeke dijber da destpêkirin û ev gotinên ku Hafiz Paşa di sala 1837an gotine ,: “Şerê bi gel re hîn dijwartir bû. Gund hatin şewitandin, jin didan leşkeran, mêr dihatin kuştin û hwd.” ev jî nîşan didin ku, sirgûn û niştecihbûna Kurdan a bi zanebûn û bi mebest çiqasî dirêj bûye. Hafiz Paşa qebîle û  eşîrên azadîxwaz li herêmên Tirkan ên li rojavayê Împaratoriyê bi cih kirine.”  Zêdetir binêrin li *12-Rûpel: 188….

Gelek Êzdiyên direviyan, vekişiyane çiyayên wêran . Jixwe di qanûna tomarkirina erdên Osmanî ya sala 1859an de ti mafê xwedîkirina axê ji Êzdiyan re nehiştiye . Ji bo ku gelek şêxên Êzdiyan axa di bin destên xwe de biparêzin, Êzdî neçar kirin ku ola xwe biguherînin û bibin misilman ” Berdewam binihêre: *12-a, Rûpel: 280.

Berdewam dike 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin