Berdevkê PDKê: Em ê ji sibe ve bi aliyên Iraqî re dest bi civînan bikin

Berdevkê PDKê: Em ê ji sibe ve bi aliyên Iraqî re dest bi civînan bikin

.

A+A-

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed naveroka civîna îro ya Encûmena Serkirdatiya PDKê aşkere kir.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dema girêdana kongreya xwe ya 14emîn diyar kir û komîteyên wê dest bi amadekariyan dikin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di daxuyaniyeke rojnamevanî de naveroka civîna îro ya Encûmena Serkirdatiya PDKê aşkere kir û ragihand, “Di civînê de pirsên kongre, hilbijartina parlamentoyê, çaksaziya di nava hikûmetê de û pêwendiyên bi welatên cîran hatin guftûgokirin.”

Berdevkê PDKê derbarê rewşa navxwe de ragihand, ew wek PDKê ligel wê yekê ne hilbijartina parlamentoyê di dema xwe diyarkirî de were kirin û nêzîkbûna aliyan li ser pirsên netewî, niştimanî û berjewendiyên giştî hebe.

Derbarê rewşa Iraqê de, Mehmûd Mihemed got: “Em ê hewlên xwe bikin ku ji sibe ve zincîreyek hevdîtin bêne kirin, ji bo ew xetimandina ku di proseya siyasî de heye vebe. Şandên me dê ligel tevgera Sedir û aliyên Sune wek Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman guftûgoyan derbarê rewşê de bikin û piştre jî em ê danûstandinan ligel aliyên din bikin.”

Derbarê destpêkirina civînên Parlamentoya Kurdistanê de, Berdevkê PDKê got: “Parlamento ne tenê ji bo yekê ku hilbijartin bê kirin yan na, lê divê bo karên hikûmetê jî bicive ji ber ku hikûmetê çendîn pirojeqanûn li ser reforman amade kiriye û divê parlemento li ser gotûbêj bike, ji ber wê yekê bi me baş e civînên parlamentoyê berdewam bin û ew astengiyên hene, bi guftûgoyê bêne çareserkirin.”

Derbarê pirsa girêdana kongreya 14emîn a PDKê de, Berdevkê PDKê aşkere kir: “Mixabin ji ber ew rewşa hatiye pêş, gelek dem di kongreya 14emîn a PDKê re çûye. Biryar hat dayîn komîteyên amadekariyê dest bi kar bikin, ji bo ji meha 10 heta 11 ya îsal, kongreyê li dar bixin.”

Li ser pêwendiyên PDK û YNKê jî berdevkê PDKê got, em dixwazin di asta bilind de hev bibînin. Baş nîne PDK û YNK û Gorran bi rêya medyayê gotûbêj bikin û bersiva hev bidin. Divê em gotûbêj bikin û bi diyalogê vê qonaxê derbas bikin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin