Berdevkê PAKê Henîfî Tûran: Dewleta Tirk bi hinceta PKKê êrişî Başûrê Kurdistanê dike

Berdevkê PAKê Henîfî Tûran: Dewleta Tirk bi hinceta PKKê êrişî Başûrê Kurdistanê dike

.

A+A-

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Henîfî Tûran di derbarê êrişên artêşa Tirkiyê diyar kir ku ragihandina Heremên Parastina Medyayê dibe sedema aloziyan û got “Dewleta Tirk PKKê dike hincet û êrişî Başûrê Kurdistanê dike û serweriya Başûr dike xeteriyê. PKK jî wê hincetê dide Tirkiyê.”

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Henîfî Tûran beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Bakur bû û di derbarê êrişên PKKê yên li ser Peşêmerge bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.

Henîfî Tûran ji ali xwe ve pirsek kir û dibêje “dê PKK heta kê derê paşve vekişe û hêzên Tirkiyê pê de biçin? Cihên ku Pêşmergeyên hêja lê şehîd bûn, nêzî Amêdiyê ye. ev yek dê heta kê derê her? Dewlata Tirk jî ya bi rastî li tiştekî wiha digere. PKK jî bi van kiryarên xwe rê ji êrişên Tirkiyê, Îran û Bexdayê  re vedike.”

Henîfî Tûran wek Partiya Azadiya Kurdistanê bang li PKKê kir û got “Rêzê li Parlamento, Serokatî, Wezareta Pêşmerge bigrin û li gorî biryarên wan tevbigerin.”

Herwiha Turan bang li Trikiyê jî kir û bi vî rengî berdewam kir “Em dibêjin 98 sal e we Bakurê Kurdistanê dagirt, sibê hûn Rojavayê Kurdistanê jî dagirin û Başûr bi tevahî bidest bixin, dîsa jî pirsa azadiya Kurdistanê naqede.”

Di derbarê guhertina stratejiya PKKê de jî Tûran wiha got “Ti tikêliyeke wê ne bi avakirina Kurdistanê heye, ne jî bi demokratizekirina Tirkiyê re heye. Demokratizekirina Tirkiyê nayê li Qendîlê û Amêdiyê çênabe. PKK nikarê li dijî çekên Tirkiyê şer bike lê PKK wî şerî dimeşîne. Şerê ku PKK li Bakur jî dimeşîne qediyaye. Divê PKK li Başûr demildest serweriya Hikûmet û parlamentoya Başûrê Kurdistanê nas bike.”

Henîfî Turan di derabrê helwesta partiyên Bakurên Kurdistanê li dijî êrişên PKK de wiha dibêje “Em di vî warî de di nava hinek xebatan dene, eger ku hêza me têr bike, em ê gavekî bi wî rengî biavêjin. Lê hê tiştek li ber çav tuneye. Em partiyên ku mîna hev difikirin bên ba hev, qet nebe em nikaribin tiştekî jî bikin, em bi daxuyaniyeke hevbeş ji raya giştî re, em raya xwe bînin ziman.”

Berdevkê PAKê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got “Hinek bar li ser pişta parlamento û Partiyên Başûrê Kurdistanê yê jî. Divê ku demildest di vî meseleyên de bibin hevbeş. PKK dixwaze bibêje ev şer şerê me û yê PDKê ye. şerê wan û PDKê nîne. Şerê wan û Herema Kurdistanê ye. heta şer jî nîne, êriş e. çare ne şerê Kurd û Kurd e. Herêma Kurdistanê bi rastî bi berpirsiyarî tevdigere. Divê PKK ji vê dersan werbigre. Em piştgirê Serok Mesûd Barzanî ne ku dibêje ez nahêlim şerê Kurd û Kurd derê.”  

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin