Berdevkê HSD: Em bi peymana agirbestê pabend in

Berdevkê HSD: Em bi peymana agirbestê pabend in

Rejîma Esed û rikeberên wê ev peyman erêkirin.

A+A-

Berdevkê Hêzên Sûriye Demokrat (HSD) Colonel Telal Silo destnîşankir ku ew pabendin bi peymana agirbestê ya ku ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve bi helkevtina hatina cejna Qurbanê hate ragihandin.

Rejîma Esed û rikeberên wê ev peyman erêkirin.

Her yek ji DAIŞê û Eniya Al Nusra, şaxê rexistina Al Qaida li Sûriyê, ku niha navê xwe kiriye Fethul Şam li derveyî vê paymanê mane, ango şerê li dijî wan dê berdewamke.

HSD ji YPG, YPJ û hinek şervanên bi ser eşîrên ereb û grûpeka suriyanî ku alîgirê rejîma Esed e, pêktên, û wan heta niha gelek dever bi alîkariya hêzên ezmanî û komandosên amerîkî ji destê DAIŞê derxistine û weke hevpeymanekî sereke yê Amerîkayê di şerê dijî terorê li Sûriyê tên jimartin.  

(E.B)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin