Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî: Têkiliya me tu caran bi Tirkiyeyê re qut nebûye

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî: Têkiliya me tu caran bi Tirkiyeyê re qut nebûye

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî derbarê peywendiyên di navbera Enqere û Hewlêrê de axivî û diyar kir ku, "Bi Tirkiyê re ti caran peywendiyên me qut nebûye."

A+A-

Pêşangeha şirketên tirkî yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin, doh li Hewlêrê hate vekirin. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî beşdarî merasîma vekirina pêşangehê bû û ragihand ku pêwendiyên wan bi Tirkiyeyê re qut nebûye, lê asta hevdîtinan guheriye.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha axifî:
 
"Ti caran peywendiyên me bi Tirkiyê re qut nebûne. Têkîliyên me ne di asta berê de ne, lê berdewam in. Tirkiyê berî çend mehan bo Hewlêrê konsulosekî nû diyar kir. Em gelek keyfxweş in ku îro Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay ligel me beşdarî merasîma vekirina pêşangeha şirketên kirkî yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin bûye. Ev ji bo me nîşanek baş e. Em hêvîdar in ev têkîlî di demeke nêzîk de bigihêje asteke bilind"
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin