Berdevkê Ehmed Mesûd: Em sîstemek weke Herêma Kurdistanê dixwazin

Berdevkê Ehmed Mesûd: Em sîstemek weke Herêma Kurdistanê dixwazin

.

A+A-

“Tiştê ku em ji bo Efxanistanê dixwazin, weke Iraqê ku çendîn pêkhate tê de hene, divê hikûmetek were avakirin ku federal be." 

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Bereya Berevaniya Niştimanî ya Efxanistanê Elî Meysem Nezerî ku berdevkê Ehmed Mesûd e, ragihand; “Tiştê ku em ji bo Efxanistanê dixwazin, weke Iraqê ku çendîn pêkhate tê de hene, divê hikûmetek were avakirin ku federal be, weke Herêma Kurdistanê û Bexdayê, ku her yek ji wan hêzên wan ên taybet hene.”

Ehmed Mesûd, kurê Ehmed Şah Mesûd li Pencşîrê ku yekane wîlayeta ne di destê Tevgera Talîbanê de ye û ji aliyê tevgerê ve hatiye dorpêçkirin, ragihandiye ku ew hêvî dike bi Talîbanê re danûstandinên aştiyane pêk bînin û di heman demê de hêzên ku girêdayî wî ne, ji bo şer jî amade ne.

Elî Meysem Nezerî ku berdevkê Ehmed Mesûd e, ji K24ê re diyar kir; li Efxanistanê kêşeya mezin a asayîşê heye û hikûmeteke giştgîr tune ye ku vê rewşê îdare bike û got: “Em hewl didin ku gotûbêj çareseriya yekem be, da ku aştî li Efxanistanê were avakirin, em li hember vê li dijî hemû cûre gefan in, çimkî em hebûna xwe diparêzin, em li Pencşîr hatine dorpêçkirin, beriya niha jî di salên nodî de heman tişt li hember me hate kirin, divê rêz li hêz û pêgeha me were girtin.

Nezerî destnîşan kir: “Tiştê ku em ji bo Efxanistanê dixwazin, weke Iraqê ku çendîn pêkhate tê de hene, divê hikûmetek were avakirin ku federal be, weke Herêma Kurdistanê û Bexdayê, ku her yek ji wan hêzên wan ên taybet hene, divê Efxanistan jî wisa be, nabe navend hukmê li hemû Efxanistanê bike.”

Herwiha eşkere kir: “Divê sîstemeke weke Iraqê li Efxanistanê hebe, ku birastî divê her tişt li ser maseya gotûbêjan were çareserkirin, em li dijî hemû tundrewiyê ne, ku bi hêzê xwe bisepîne, divê hikûmetek hebe ku hemû pêkhateyan di bin sîwana wê de bi aramî bijîn.”

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Bereya Berevaniya Niştimanî ya Efxanistanê dibêje: “Dema gefek li ser Pencşîrê hebe, em amade ne ji bo şer, em di wê baweriyê de ne ku eger gotûbêj sûd bide û desthilat were dabeşkirin, hikûmeteke navendî çêbibe, em ê ligel Tevgera Talîbanê bi asayî tevbigerin.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin