Berdevkê Çapemenî ya PAKê Henifî Turan: Kurdistan hebûye, heye û dê her hebe

Berdevkê Çapemenî ya PAKê Henifî Turan: Kurdistan hebûye, heye û dê her hebe

.

A+A-

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nîqaşên li ser navê Kurdistanê hê jî rojeveke sereke ye. Siyasetmedarên partiyên Kurdan û yên opozîsyona Tirkiyeyê ji Amedê bersiva Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî dan. Ew dibêjin Bahçelî vê rastiyê qebûl bike jî û neke jî `Kurdistan hebûye, heye û dê her bimîne jî.`

Bi vê serdana Seroka Îyî Partiyê Meral Akşanerê ya bo Misircêya Sêrtê, rojeva sereke bû navê Kurdistanê.

Dikandarê Misircî Cemîl Taşkesen piştî ku gotibû `ev der Kurdistan e û divê Kurdistan neyê înkarkirin` hatibû desteserkirin û piştre hatibû berdan. Lê digel vê yekê jî nîqaşên li ser navê Kurdistanê her berdewam kir.

Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî jî di koma partiya xwe ya parlamentoyê de li hemberî van gotinên dikandarê Kurd nerazîbûneke tund nîşan dabû.

Lê ji Amedê jî li hemberî Bahçelî dengê nerazîbûnê bilind bû. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku niha doza girtinê lê hatiye vekirin, li Bakur di nava navên 4 partiyên siyasî de ye ku peyva Kurdistanê di navê wê de derbas dibe. Ew dibêjin, Kurdistan rastiyek e û tu caran ew ê dev jê bernedin.

Berdevkê Çapemenî ya PAKê Henifî Turan dibêje, “Bahçelî û kalikê Bahçelî hêj nehatibûn vê erdnîgariyê li vê erdnîgariyê Kurd hebûn, Kurdistanî hebûn û navê vî welatî jî Kurdistan bû. Dema artêşa îslamê hat vê deverê jî navê vê derê Kurdistan bû. Ev heqîqetên dîrokî ne. Îcar Bahçelî û yên weke Bahçelî ku nijdaperestên tirkan in, Kurdistan û miletê Kurd weke kulek li ser dilê wan e.”

Rûdaw

 

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin