Berbijêrê PDKyê bo serokomariya Iraqê diyar bû

Berbijêrê PDKyê bo serokomariya Iraqê diyar bû

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) duh roja Yekşemê bi awayekê fermî Dr. Fuad Husên ji bo posta serokomariya Iraqê kandîd kir.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî jî di peyamekê de piştgiriya xwe bo berbijêrkirina Fuad Husên bo posta serokomariya Iraqê diyar kir û ragihand: “Polîtboruya PDKê ez serpişk kirim ku kesekî diyar bikim ji bo kandîdkirina bo posta serokomariyê. Ji ber şiyan û jêhatîbûna wî, min bi baş dît ku birêz Dr. Fuad Husên bo vê postê kandîd bikim.”

 

Di peyama xwe de Serok Barzanî dibêje: “Min baweriyeke temam bi şiyanên wî heye û di vê qenaetê de me jî ku dê erkên xwe bi başî cîbicî bike û di posta serokatiya komar de him bo gelê Kurdistanê û him jî bo Iraqê û pêkhateyên Iraqê kesekî sûdbexş û xemxor dibe.”

 

Serok Barzanî behsa wê yekê jî dike, ku bi wan baş bû ku aliyên Kurdistanî bi hev re li ser kesekî li hev kiriban û dibêje, lê mixabin ew yek pêk nehat.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin