Bend û derbendîyên li ser zimanê me

Bend û derbendîyên li ser zimanê me

Ferdinand Soussure dibêje ku ziman malê civatê ye û tu ferdek nikare bi hemû peyvên zimanekî bizanibe. Çawa ku tu ferdek nikare hemû peyvên zimanekî di hişê xwe de bigire, herweha tu ferhengek jî nikare hemû gotinan di nav xwe de bihewîne.

A+A-

 

Abdullah Kiran

Ev e çend roj e li Tirkîyê, li ser tora civakî peyveke me ya Kurdî tê devjenîkirin: ‘Derbend.’  Peyveke Kurdî ya xas û şêrîn. Min çîroka xwe û vê peyvê çendekî berê di Rûdawê de nivîsî û da çapkirin.  Belê mixabin ku hin kes bi tu awayî naxwazin qebûl bikin. Ez dibêjim ku peyva derbendê, wek gelek peyvên din, di zimanê me de çend wateyên wê hene. Gava ku em, bi awayê etimolojik (koknasî, rehnasî, binyatnasî) bala xwe didin avabûna peyvê, em dibînin ku peyv, wek gotineke hevedudanî, ji du hêmana pêk tê: ‘der’ + ‘bend.’ Li gor bîr û bawerîya min, ‘der;’ ew ‘der’ e ku di peyvên wek ‘derve’, derçûn’, ‘derûdor,’ ‘dergevan’ û hwd. de tê bikaranîn. Îcar ‘bend’ jî ji peyva ‘ben’ tê, ku bi wayeta ‘ta,’ ‘werîs,’  ‘şirît’ û ‘kindîrê’ ye. Di nav demê de,  dengê ‘d’yê li  ‘ben’ zêde bûye û peyv bûye ‘bend.’ Bêşik ‘bend’ nav e.  Bi vî awayî gotinên wek ‘bende,’ ‘bendav’ ‘bendeke’ û ‘bendpal’ ji heman peyvê derçûne.

Her ziman xwedan mantikekê ye. Bêguman carna hin tiştên îstisna çêdibin û peyv nikarin li gor mantika ziman bên ravekirin. Mesela peyva ‘serbest’ ya ku ji Kurdî û Farisî derbasî Tirkî jî bûye, ji peyvsazîya xwe wateyek gelek cihê standîye.  ‘Ser’ + ‘best’ tê wateya serî girêdanê; belê em dizanin ku îro êdî serbest, bi wateya kes an tiştê berdayî, ango azad e.

Bêguman çend wateyên peyva ‘derbend’ê hene

Herçî peyva ‘derbendê’ ye, li gor ravekirina xwe ya mantika zimanî, derî li ser tiştekî girtin an radan e. Di ‘derbendê’ de rê li ber kirina kar û gihîştina tiştekî tê girtin. ‘Bend’ bi xwe dera asê û girtî ye.  Salên berê li gundan, ji bo ku zevîyên gundîyan nekevin nav hev û li ser şer an pevçûn çênebe, ‘bend’ dihat çêkirin. Ew ‘bend’ sînorên zevîyên gundîyan bûn û çênedibû ku kes ‘benda’ cîran an gundîyên xwe binpê bike. Ji xwe ‘bend’ bi tena serê xwe jî, li gel wateya xwe ya ‘asteng’  di nav xwe de ‘wateya’ memnû ango ‘qedexe’ jî dihewîne. Îcar gava ku bû ‘derbendkirin,’  êdî bi awayekî gelek hişk û tund, rê li ber kirin û an jî gotina tiştekî tê girtin.

Bêguman ne rast û li cih e ku ez rabim û bêjim ‘derbend’ tenê  bi wateya ‘memnû’ an ‘qedexe’  ye. Di hemû zimanên cîhanê de peyvek dikare xwedan çend wateyên cihê be. Herweha peyva ‘derbendê’ jî wisa ye û çend wateyên wê hene: 1) Asteng, 2) Dera asê û gelî, 3)Rîya girtî, 4) Derîyê girtî 5) ‘Menmû’ ango ‘qedexe.’ Bala xwe bidinê ev hemû jî nêzikî hev in. Di zimanê Farisî de ‘derbend’ tê wateyên 1) Neqeb an dera asê û teng 2)Gelî, 3) Keleha sînor 4) Hudûd.

Mesela Melayê Cizîrî ev peyva derbendê bi çend wateyên cihê xebitandîye: 1) Asteng, 2) Dera asê û teng 3) Memnû, ango qedexe.

Çendekî şîrînpuser derbendî dîwana te bin

Bendê şapûrê te bin ta Xusro û Şapûrî bî.’ M. Cizîrî

Li jorê, di rêza pêşî de Cizirî dibêje ku bila çendekî, an çend roj, ketina şîrîn lawikan ya dîwana te  ‘memnû’ ango ‘qedexe’ be.

Belê li rêzika pêşî ya benda jêrîn de, ‘derbend’ bi wateya  dera girtî, asê û asteng hatîye bikaranîn.

Xaşşî teşrîfê te bin derya û derbendê Ecem,

Da xelatên her seher şed zerkeş û mexmûrî bî.’ M. Cizîrî

Peyva ‘derbend’ di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de derabas nabe; an jî ez gerîyam lê min nedît. Belê di helbestke wî ya ku di kitêbên wî de cih negirtî de derbas dibe.

Zahidê xelwetnişîn, pabestê kirdarê xwe ye,

Tacirê rihletguzîn, derbendê dînarê xwe ye.’ A. Xanî (Bnr.M. Ciwan, Emedê Xanî, Weş. Avesta: r.234-235)

Li gor nêrîna min Xanî di rêza pêşîn de dixwaze bêje ku, ‘Sofîyê li dera xewle rûniştî, bi kirina xwe ve girêdayî ye.’

Di rêza duduyan de jî dibêje ku, ‘tacirê rêwî, gerrok, barkir an koçer’(rihletguzîn; wek peyveke hevdudanî ji ‘rihlet’a Erebî  û ‘guzîn’a Farisî çêbûye)  timayê dînarê xwe ye;  mirîye perê xwe ye, destê wî naçe berîka wî, ango dînarê wî gelek hêja ye û serfkirina wî dînarî jê re, memnû ango qedexe ye.

Tu kesek bi hemû peyvên ziman nizane

Zimanzanê navdar Ferdinand Soussure dibêje ku ziman malê civatê ye û tu ferdek nikare bi hemû peyvên zimanekî bizanibe. Çawa ku tu ferdek nikare hemû peyvên zimanekî di hişê xwe de bigire, herweha tu ferhengek jî nikare hemû gotinên zimanekî di nav xwe de bihewîne.

Niha li jorê min li ser etmolojî (koknasî, rehnasî, binyatnasî) peyvsazî û heta dengnasîya wateya peyva ‘derbend’ hin tişt nivîsîn. Eger tiştên ku ez dibêjim şaş in û ne zanistî ne, ji kerema xwe ya rasttir ji min re bêjin, bi saya we ez jî hîn bibim. Hin camêr rabûne li ser tora civakî dibêjin ku filan mela an filan seydayî, di şerha Dîwana Cizîrî de, peyva ‘derbend’ bi awayê, ‘li ber’ û  ‘li bendê’ ‘girtî’ û ‘qeydkirî’ şîrove kirin e. Ew dikarin bikin; lê ez nikarim. Çimkî tu têkilîya peyvên ‘li ber’, ‘ li benda,’  ‘girtî’ an ‘qeydkirî’bi peyva ‘derbend’ re tune. Çimkî wek peyveke hevedûdanî, êdî gotina ‘derbend’ xwedan wateyek cihê û serbixwe ye.  Peyvên hevedudanî, wateyên ji pêkhateyên xwe cihêtir distînin. Mêrik pesnê xwe daye û gotîye, ‘Min li şarê xwe di ser mişaran re avêt,’ hevalê wî jî gotî, ‘Şar dûr e, ma qey mişar jî dûr e. De were xwe li vir di ser heft mişaran re bavêje, em jî bibinin.’ Ziman û rêbazên zimannasîyê li her derê yek in.

Gotinek pêşîyan dibêje: ‘Nîvjekîm ji can, nîvmela ji dîn û îman dike.’ Ez hergav dibêjim,  hurmet û rûmeta min ji seyda û melayan re heye. Mala wan hezar carî ava be. Heta îro, ji ber ku bi taybetî li Bakûr, bend (asteng) û derbendîyên (qedexe) li ser zimanê me gelek bûn, ev karên han bi xîretkişîya wan heta derekê hat. Îcar îro li çend zanîngehên Tirkîyê Kurdolojî hene; di asta Lîsansa Bilind û Doktorayê de Kurdî  jî tê fêrkirin; tezên Lîsansa Bilind û Doktorayê bi Kurdî tên nivîsîn.  Derfet hene ku bi awayê akademîk û zimannasî şîrovekirina peyvan bê kirin û ji xwe tê kirin jî. Loma ez dibêjim ji niha pê ve, ev kar ne karê mela û seydayan e. Îcar gava ez weha dibêjim, hingê hin camêr radibin û dibêjin, ‘mela û seyda’ ew kitêb nivîsîne, çawa ew nikarin wan kitêban şîrova bikin. Rast e, Cizîrî û Xanî mela û seyda ne; belê bi ser de filozof in jî.  Aurelius Augustinus, Thomas Aquinas û Thomas More jî keşe û rahîb in; belê we qet bihîstîye ku Keşê Dêra Eynkawa, li ser ziman û felsefeya wan peyivî ye. Ev kar bi sedan salan e ku li zanîngehan tên kirin. Em miletek mezin, xwedî bajarwerîyek (medenîyet) kokdar û gewre ne; ma çima du filozofên jî hebin, ewê kevir bibarin?

Divê em bizanibin ku ziman malê civatê ye û carna tenê gotina gundîyekî/e Kurd dikare me ji neqebeke asê derîne. Eger Cizîrî û Xanî peyva ‘derbend’ ne xebitandina jî, tenê û gotin û ravekirina gundîyekî/e Kurd jî ji bo min têrî dikir ku ez peyva ‘derbend’ê bi wateya ‘memnû’ û ‘qedexe’ li Ferhenga Kurdî zêde bikim. Mesela hevokek, du hevokên bi awayê: ‘Salên berê digotin, ‘ wê  salê Mîrê Botan çûyina zozanan derbend kiribû’’ an jî ‘me li sûka Cîzîrê tirî û hermî difirotin, belê îsal dewletê derbend kir,’  ji bo min têr dike ku û ez peyva ‘derbend’ bi awayê ‘memnû’ û ‘qedexe’ li Ferhenga Kurdî zêde bikim.

 Ji hêla din ve, peyva ‘derbend’ piçekê jî peyveke desthilatî, fermandarî û burokrasîyê ye; ango zêdetir bi karên desthilatî û fermandarî û burokrasîye re  dertê pêşberî me. Em Kurdên reben ên ku bi sedan salan e ji staûyeke dewletî bêpar mane, em ji peyvên bi vî cûreyî re jî xerîb bûne û carna me peyvên xwe yên heyî jî jibîr kirine. De îcar gava ku mîr, padîşah an serwerîyeke me ya ku kirina hin tiştan li me ‘derbend’ dikir hebûya; îro peyva me ya ‘derbend’ nedihat ber mirin û hundabûnê.

Hê ji 15-20 salan berê ve min gewrîya xwe çirand û got ku, ‘heyran ‘xelat’ ne ‘odula’ Tirkî’  an ‘award’(reward, prize) a Îngilîzî ye; peyva rastîn ‘perrû’ ye. Di zimanê gel û çîrokên me de dibêje, ‘Mîr ew perrû kir!’ Belê dengê min negihişt medyaya me. Pişt re zimanzanê Amerîkî Michael Chyet, rastîya peyvê di Ferhenga xwe de da. Belê êdî gotina şaş ‘xelat’ li textê peyva rast ‘perrû’ rûniştibû. De îcar heta ji destê min bê, ezê nehêlim vê carê  ‘qedexa’ Azerî, ku ew bi awayê ‘gadah’ bilêv dikin, li textê ‘derbenda’ me ya şêrîn û xweş rûnê.

Gelo hûn dibînin ku hin caran em bi xwe bend (asteng) û derbendan (qedexe) ji zimanê xwe re çêdikin?

Ev nivîs ewil li Rûdawê hatîye weşandin

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin