Belgeyek girîng ji dîroka Êzdîyan

Belgeyek girîng ji dîroka Êzdîyan

Veysi AYDIN

A+A-

Gelo di serdema Osmanîyan de rewşa leşkerîkirina Êzdîyan çawa bu. Êzdîyan leşkerî dikirin an na. Leşkerî bi îrada xwe an bi zora darê dikirin. Her çiqas leşkerî bo herkesî ferz bu, bo nemisilmanan, bi taybetî bo ola Êzdî zilmek bê hempa bu. Hem di dema leşkerîyê em dema xwe bi bedel ayîlkirinê de di bin zilmê de bun. Ji bo neçin leşkerîyê amade bun, gellek barên giran hilgirin ser milê xwe. Bi taybetî barên maddî. Ev bêlge jî yek ji bêçaretîya vî gelê mezlume. Ev bêlge bi çend xalan dixe ber çavan, ka Êzdî bo çi nikanin leşkerî bikin. Hîn di destpêka bêlgeyêde nunerê Êzdîyan bi bedelên maddî, sizayên vê sîstema dijminê mirovahîyê digre serxe.

 

Eslê vê bêlgeyê bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin.

 

Ji hêla Aşurî-Suryanîyekî Musilê bi navê Jeremiyas Şamîr bo Pirtukxana Kiralîyetê  ya Berlîn, paytexta Almanya kevn u nuha, hatîye şandin.

 

Jeremîyas Şamîr her çiqas xwestiye vê bêlgê wergerîne Aşurî-Suryanî, lê vagêr buyê u eslê wê yê bi zamanê Erebî pêşkêşî pirtukxana navborî kirîye.

 

Lêkolînerê Alman Mark Lidzbarskî, ev belge bi Almanî weşandîye. Bingeha gotara min weşana Mark Lidzbarskî ya Almanî ye.

Êzîdî-belge-1.png

Destpêka bêlgeyê, jor Aşurî-Suryanî, berdewam Erebî ye

 

 

Împaratorîya Osmanî, wek girtîgehek vekirî bu bo gellek netewe u olan. Bi taybetî neteweyên nemisilman di bin zilmên cuda cuda de bun. Bi taybetî zilmên aborî yên li ser nemisilmanan gellek giran bun. Gelên nemisilman mecbur bun, hem bacên giran, hem jî cizye, xerac u.y.d. bidin dewleta Osmanî.

 

Dewleta Osmanî li gelan ferz dikir, ji wan re leşkerîyê bike. Mirov bi salan li leşkerîyê diman, pirr caran di şerran de dihatin kuştin u venedigarîyan nav malbatên xwe. Kesên nemisilman, yên nedixwestin bibin leşker divêt bedelên giran bidana Osmanîyan. Êzdayetî jî wek olek nemisilman di bin van zilm u neheqîyên Osmanîyan de jîyanek dijwar dimeşandin.

 

Osmanî, li Êzdîyan jî leşkerî ferz kiribu. Yan wan bi zorê dibirin u bi wan leşkerî didan kirin yan jê ew kesên nediçun leşkerî, yan jî ji ber vêna bazdidan, bi cezayên girtigehê yên giran sizadikir.

Di dîroka Êzdî yên serdema împaratorîya Osmanî de gellek mînakên wisa hene.

 

Sir Austin Henry Layard, lekolînerê Îgîlîz yê paytexta Aşurîyan Nînova nêzî Musilê kişif kir, di piruka xwe -Ninive und seine Ûberreste-  bahsa buyerek sala 1847an dike. Gorî agahîyên Sir Austin Layard, Komara Osmanî ferman derdixe, ku bi hezaran Êzdî leşkerîyê bikin. Êzdî li dij radibin u piştgirî ji Îngîlîzên navdar dixwazin. Îngilizekî pilebilind bi navê Sir Stratford Canning navberî dike. Li ser daxwazîya wî ew ferman nayê bicihanîn.

 

Sultanê Osmanî Abdulaziz (hukumranîya wî 1861-1876) di sala 1872an de mîralayekî bi navê Muhammed Tahir Beg ji Îstenbolê li gel fermanekê dişîne ser eşîra Êzdî Dasinî. Ev eşîr, yek ji mezintirîn u navdartirîn eşîrên Êzdîyan e. Wê demê heta îro li nêzîkî Musilê niştecîne. Muhammed Tahir Begê mîralayê Osmanî, bangî mixtar, şêx an pîrên Êzdî dike, da ku werin huzura wî li Musilê. Muhammed Tahir Beg, fermanê dixwîne u pêşkêşî Êzdîyan dike. Gorî vê fermanê divêt ji eşîra Êzdî Dasinîyan 15.000 kes wek leşker bo artêşa nîzamîya Osmanî leşkerîyê bikin.

 

Li ser vê fermanê nunerên Êzdîyan daxwaza 10 rojan moletê dikin, kî kanibin bi gelê xwe re li ser vê fermanê biaxivin u bişêwirin. Piştî van deh rojan nunerê Êzdîyan tên ba mîralay u daxuyanîyeka hevbeş ya Êzdîyan didin mîralay.

 

Min ev daxuyanî ji Almanî wergerand Kurmancî. Min ji hinek pirtukên cuda cuda wêne u di bihnokan de hinek zanyarî lê zêde kir.

 

Daxuyanî an daxwazname wiha ye:

 

Em, endamên ola Dasinîya (Êzdayetîyê), gorî rêbazên ola me nikanin bo artêşa nîzamî, leşkerîyê bikin. Em dixwazin wek Suryanî u Cihuyan, di şuna zilaman de dirav (pere) bidin1. Gelek sebebên me hene, yên astengin bo vê xizmetê. Em ji wan 14 heban li vir pêşkêş dikin:

 

 

§ 1

 Gorî ola me Êzdayetîyê divet her endamê ola me, çi mezin çi biçuk, çi jin çi keç, salê sê caran, ango yekemcar ji destpêkê hetta dawîya meha nîsanê (gorî salnameya Julîanî-mîladî), duhemcar ji destpêkê hetta dawîya meha îlonê, sêhemcar ji destpêkê hetta dawîya meha mijdarê peykerê Melekê Tawus ê ezîz zîyaret bike.2

Her kî vê îbadetê bi cihneke, ji ola xwe dikeve.

 

Êzîdî-belge-2-004.png

Melek Tawus / Ji pirtuka Layard

 

§ 2

Heke endamekî me salê carekê di navbeyna 15-20ê îlonê (salnama Julîanî-Mîladî) gorra pîroza Şêx Adî bin Musafir zîyaret neke, gorî ola me, dibe kafir.

Êzîdî-belge-3.png

Gorra Şêx Adî li newala Şengalê

 

Êzîdî-belge-4.png

Cejna Şêx Adî meha îlonê

 

§ 3

Her endamê ola me divêt her roj di hilatina tavê de cihekî bibîne, kî kanibe hilatina tavê mêzeke3. Li wî cihî gerek Misilman, Mesîhî, Cihu an endamê olek din tunne be. Heke Êzdî vê bi cih nîne, dibe kafir.

 

§ 4

Her endamê olame divêt her roj yan destê birayê axretê, yan yê şêx yan yê pîr ramîse (maçbike). Heke vê nek, ji ola xwe dikeve.

Êzîdî-belge-5-001.png

Ji pirtuka A.H. Layard „Ninive und Babylon“

 

 

§ 5

Tiştê ku ola me qet nikane qebul bike ev e: Dema ku Misilman serê sibehê nimêja xwe bikin, dibêjin -xwedê me bisitirîne ji....em xwe davêjin dexlê xwedê....-4Heke kesek ji me evan bibihîse divê yan wî kesî yan xwe bikuje. Vaya neke, dibe kafir.

 

§ 6

Dema endamekî ola me jîyan xwe ji dest bide, divêt ya birayê wî yê axretê, yan pîr, yan şêx u qewal amade be u sê gotina bêje, ango: “Ya murîdê Tawusê Melek, gerek tu bi bawerîya Tawusê Melek ji jiyanê veqete, u bawerîyê bi hinek din neyne. Heke hinek were ba te u behsa Îslamê an Mesîhîtîyê an Chutîyê an jî olek din bike, bawerî wî neke u pê wî neçe. Heke tu bawerîya xwe bi Tawusê Melek neynî u bimrî, tê wek kafir bimrî.

 

§ 7

Di ola me de tiştek heye, em dibêjin Bereketa Şêx Adî. Ev ax-xak e u ji gorra pîroz a Şêx Adî ye. Her endamê ola me gerek hinek ji vê axê di turikekîde bixe bêrîka xwe u bi xwe re bigerrîne. Serê her sibehê gerk ji wê hinekî bixwe. Heke neke, ji ola xwe dikeve. Heke kesek jiyana xwe ji dest bide u ev xak li ba wî tunne be, wek kafir ango ji ola xwe ketî dimre.

 

„ § 8

Li ser rojî yê. Her endamekî ola me bixwwaze rojî bigre, divêt rojî ya xwe li welatê xwe bigre, ne li xerîbîyê. Lewra her sibehê divêt biçe ba şêx an pîr u li wir dest bi rojîyê bike. Fema fitarê jî gerek biçe mala şêx an pîr u şerbeta şêx an pîr vexwe bo fitarê. Ji vê şerbetê 2-3 qedehan venexwe, rojîya wî qebul nabe u ji ola xwe dikeve.5

 

§ 9

Heke endamekî ola me biçe xerîbîyê u ji salekê zêde li xeribîye bimîne u vegerre, êdî nikane bi hevjîna xwe re bimîne.6 Kesek ji me nikane jinekê bide wî. Hinek jin bide wî, ew kes ji ola xwe dikeve.

 

§ 10

Balgirtina kincên me. Wekî me di nixta 4an ge got, her Êzdîyek birayekî axretê heye. Her wiha xuşkek axretê jî heye. Heke em bixwazin ji xwere kirasekî çêkin, divêt di dema cil guherandinê (mirinê) xuşka axretê divê di kiras de cihê serî têre derbas dibe, veke. Heke bi destê xwe çirrîna-qullika serî veneke, ji ola xwe dikeve.

 

§ 11

Heke endamekî ola me bo xwe kirasekî çêke, gerek berî lixwekirinê di ava zimzimê ya li gorristan Şêx Adî ye, bişo. Heke vê neke, nikane vî kirasî lixweke. Heke lixwe ke, dê ji ola xwe bikeve.

 

„ § 12

Qet nabe em kincên şîn yên tarî lixwe kin. Nabe em bi şehê misilmanekî an mesîhîyekî, an cihuyekî an bawermendê olekî din porê xwe bişkinin. Bi guzanên wan jî nabe em porê xwe kurtkin, guzan kin. Heke em guzanê di ava zimzima Şêx Adî bişon, dikanin porê serê xwe pê guzan bikin. Heke di ava zimsimê de nehatibe şuştin u em porê xwe biqusînin, emê bê ol bikevin.

 

„ § 13

Êzdîyek nikane destav, serşo, kevçî an qedehê misilmaekî an endamê olek din bikar bîne. Heke biçe destav an serşoyek wisa an kevçî an qedeh u tas bikar bîne, ji ola xwe dikeve.

 

§ 14

Li ser xurekan. Ferqek mezin di nav ola me u olên din de heye. Mesele em nikanin goştê masî, kundir, bamî, fasulî, lihana, xas bixwin. Belê, em nikanin li cihên xas hatiye çandin, niştecî bin, runin.

Ji ber van u sebebên din em nikanin di artêşande leşkerî bikin.

Êzîdî-belge-6-002.png

Qewalên Êzdî

 

Navên kesên ev daxuyanî destnîşan kirine :

-       Mîrê Êzdî, mîrê Şêxan Husên,

-       Mîrê olî yê devera Şêxan Şêx Nasir,

-       Mixtarê gundê Mam Reşan Murad,

-       Mixtarê gundê Muskan Eyyub,

-       Mixtarê gundê Hatara Husên,

-       Mixtarê gundê Beyban Hesen,

-       Mixtarê gundê Huzran Numo,

-       Mixtarê gundê Baqaşra Alî,

-       Mixtarê gundê Başîqa Cemo,

-       Mixtarê gundê Xoşava Ilyas7,

-       Mixtarê gundê Girê pahn Cixd,

-       Mixtarê gundê Kebare koçek Qaso,

-       Mixtarê gundê Sîna Ebdo,

-       Mixtarê gundê Qesra Izeddîn Xeyro,

-       Mixtarê gundê Kebertu Tahir

-       u.y.d.

Van kesan ev daxuyanî-daxwazname destnîşan u mohr kirine.

 

Jeremîyas têbînî dike: “ Me hinek ji ber nivîsî.”

 

Gello ev daxuyanî bi temamî ev e, ne dîyar e. Di destpêka daxuyanîyêde qala 14 xalan tê kirin. Dibe ku bi giştî ev be. Di çavkanîya Almanî de ti agahîyên din nîn in.

 

Gello bersiva vê daxwaznameyê hate dayin an na; heke bersiv hatibe dayin, bersiv çi bu an serpêhatçyên buyerê çi bu, di çavkanîyê de ne dîyare.

 

Hinek kes dikane vê beyanê wek redda wîcdanî ango ji ber wîcdan qebulnekirina xizmeta leşkerî bibîne. Lê belê di vê belgeyê de carek din derdikeve holê, Êzdî ji bo neheqî u zilma ku dê di dema leşkerî li wan were kirin xwe xelas bikin, qebulî zilm neheqîyekî din dibin, ango zirara aborî. Kî çi zane berdêla leşkerîkirinê çend pere bu. Çendîn sal Êzdîyên reben bo bedela vê bidin, ji hatina maddî ya malbata xwe, xurekên zarokên xwe kêm kirne u bi çend zehmetî karên giran kirîye.

 

1    Gelê Êzdî hem di bin zilmek îdarî, civakî, aborî ,olî u leşkerî de bu. Her çend ev zilm neheqî pirr giran bun jî, barekî giran ê din ji qebul dike, ku neçe leşkerîyê.

2    Gorî agahîyên Badger u Siouffi pênc peykerên Tawusê Melek hene. Ji bona ku gel şilpeze nebin bo zîyaretkirina peykerê Tawusê Melek, koçek peykerekê di nav gundên Êzdîniştecî digerrîne. Gundên Êzdî yên dora Musilê vê wezîfê salê sê caran bi cihtînin.

3    Hem berî u hem di hemandema hilatina tavê divêt her Êzdîyekî bawermend duayên xwe bike.

4    Li vir qesda sureya 114 ya Qur!anê tê kirin. Li wir dojehî u nifir li Tawusê Melek tê kirin

5    Bo Êzdîyan rojî girtin ne ferz e. Lê şêx di hinek mehan de mecburin rojî bigrin.

6    Li ser vê qaîdeyê min li ti çavkanîyan zanyarî nedît.

7    Hinek ji van gundan nêzîkî Musil u hinek nêzîkî Alqoş in .

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin