Belgenameyên êrişa Deryaya Ummanê

Belgenameyên êrişa Deryaya Ummanê

Êrîşkirina ser du keştiyên Japonî yên veguhastina petrolê li Deryaya Ummanê, aloziya navbera Amerîka û Îranê zêdetir kiriye û Amerîka bi fermî ragihandiye, Îranê ji êrîşa roja bihorî berpirsyar dibîne. Washington herwiha dibêje, Tehranê hewl daye, belgeyê

A+A-

Êrîşkirina ser du keştiyên Japonî yên veguhastina petrolê li Deryaya Ummanê, aloziya navbera Amerîka û Îranê zêdetir kiriye û Amerîka bi fermî ragihandiye, Îranê ji êrîşa roja bihorî berpirsyar dibîne. Washington herwiha dibêje, Tehranê hewl daye, belgeyên têkildarî êrîşa li Deryaya Ummanê ji nav bibe.
 
Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn (CENTCOM) girtiyeke vîdyoyî belav kiriye û ragihandiye, ku Îranê hewl daye belgeyên têkildarî êrîşa roja pêşemiyê ya bo ser keştiyên petrolê li Deryaya Ummanê ji nav bibe û nehêle.
 

 Ev keştiya veguhastina petrolê roja pênşemê li Deryaya Ummanê bû ji bo armanca êrîşekê û agir girt.
 
Amerîka, Îranê bi encamdana wê êrîşê tometbar dike û Îran jî wan tometan red dike û dibêje, êrîşa ser herdu keştiyên veguhastina petrolê cihê gumanê ye.
 
Japon: Derbarê bûyera Tengava Hurmuz de em ji nêzîk ve li gel Amerîkayê kar dikin
 
Serokê Dîwana Civata Wezîran a Japonê, Yuşîhîda Suga di konferanseke rojnemevanî de ragihand: “Têkildarî danûstendina li gel vê bûyerê niha ya li Rojhilata Navîn û herwiha li gel Îranê, em ji nêzîk ve li gel Amerîkayê kar dikin.”
 
Wî rayedarê Japonî herwiha da xuyakirin, nehêlana aloziyan di navbera Îran û Amerîkayê karekî zehmet e, lê belê Japon bi giranî ji bo nehîştina wan aloziyan û aştî û ewlehiya Rojhilata Navîn kar  dike.
 
Netewên Yekgirtî êrîşa li Tengava Hûrmûzê şermezar kir
 
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Antonio Guterres ragihand, ew ji ber bûyera li Tengava Hurmuz  nerehet bûye û êrîş şermezar kir.
 
Antonio Guterres di civîna duh a Encûmena Asayişa Navdewletî de ku bi taybet ji bo êrîşa ser keştiyên veguhastina petrolê li Deryaya Ummanê hatibû sazkirin, ragihand: “Bûyera Tengava Hurmuz bi kûrî ez nerehet kirin, herwiha ez her êrîşên ku li ser keştiyeke sivîl bê kirin, bi tundî şermezar dikim.”
 
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî herwiha da xuyakirin, pêwîst e rê li wan bûyeran bê girtin û cîhan rûbiribûna li navçeya Kendavê tehemul nake.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin