Bêlarûs: Em ê bi tundî bersiva her êrîşek li ser me bê kirin bidin

Bêlarûs: Em ê bi tundî bersiva her êrîşek li ser me bê kirin bidin

.

A+A-

Bêlarûs ji ber komkirina hejmarek zêde ya hêzên Polonya, Litwanya û Latvyayê li ser sînorê xwe, rexneyan li wan digre. Wezîrê Berevaniya Belarûsê diyar dike, em ê bi tundî bersiva her êrîşek li ser me bê kirin bidin.

Wezîrê Berevaniya Belarûsê Viktor Khrenin eşkere kir: "Ev tevgera leşkerî ya ku ji aliyê cîranên me ve li nêzîkî sînorê me tê kirin, ji aliyê hêz, kelûpelan û qebareya wê, tu peywendiya wê bi krîza koçberan ve nîne."

Lê Polonya bi awayekî din li rewşê dinêre û Wezîrê Berevaniya Polonyayê Mariusz Blaszczak dide zanîn: "Koçber ji aliyê rêjîma Alexander Lukashenko ve tên bikaranîn, da ku êrîş bikin ser Polonya û pişt re ser Yekîtiya Ewropayê."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin