Behsa vegera PDKê bo Kerkûkê tê kirin

Behsa vegera PDKê bo Kerkûkê tê kirin

.

A+A-

Li gor rêkeftina di navbera aliyên pêkhênerên hikûmeta nû ya Iraqê de û karnameya kabîneya Sûdanê, divê di heyama 6 mehên bê de hemû baregehên li Kerkûkê yên ku hatine dagirkirin bên valakirin û PDK vegere bajêr.

Endamê kongireya 14 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mihemed Xorşîd ji K24ê re ragihand, pirsa vegera PDKê bo Kerkûkê, girêdayî bi cîbicîkirina rêkeftina di navbera aliyan de ye ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatibû îmzekirin.

Diyar kir jî, li gorî wê rêkeftinê, ew xal di karnameya kabîneya Sûdanê de hat cîbicîkirin û li parlamentoya Iraqê hatiye pesendkirin ku divê di heyama 6 mehên bê de, tevahiya baregeh û avahiyên li Kerkûkê hatine dagîrkirin, werin valakirin û rewşa van deveran di warê îdarî û ewlehiyê de were asayîkirin.

Mihemed Xorşîd her wiha tekezî li ser vegera PDKê bo Kerkûkê jî kir û ragihand, Her çend e pêştir aliyên Iraqî piştî avakirina hikûmetê li ser sozên xwe namînin, lê vê carê jî ew ê her hewleke xwe bidin ji bo ku hikûmeta Iraqê pabendî soza ku li ser îmze kiriye bibe.

Mihemed Xorşîd ku berî kongreya 14emîn a PDKê, berpirsê liqê Kerkûkê yê PDKê bû, ragihand, niha PDK li Kerkûkê ji berê bihêztir e û ferqa dengên wê ligel YNKê, tenê 20 hezar deng e.

Derbarê nûneratiya Kerkûkê di kongreya 14emîn ya PKKê de, Mihemed Xorşîd got, ji ber rewşa nexwestî ya li navçeyên rêxistina wan, wan nekarî rêjeya endamên xwe yên pêwîst ji bo kongreya 14an tijî bikin. ji ber wê û li ser pêşniyara Serok Barzanî daxwaz ji hemû endamên kongreyê hatiye kirin ku di proseya hilbijartina endamên Komîteya Navendî ya PDKê de cografyaya navçeyan li ber çavan bigrin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin