Bedlîs: ”Tiştê ku mislimanan perçe kirîye milletperestî ye”

Bedlîs: ”Tiştê ku mislimanan perçe kirîye milletperestî ye”

Nehatîye bîra profesor ku ji kurdekî bipirse ew berê misilman e ya kurd e!

A+A-

Li Zanîngeha Bedlîsê a Erenê  konferanseke bi navê ‘Dîroka Mislimanan’ hatîye lidarxistin. Profesorê beşê tarîxa îslam û hunerî ya Fakulteya Ilahîyetê ya Zanîngeha Sêrtê Îhsan Sureyya Sirmayê di konferansê de axaftîye û gotîye; tiştê ku îro mislimanan perçe dike û hildiweşîne milletperestî ye.

Sirma di axavtina xwe de diyar kirîye ku; nexweşiya herî mezin a îro milletperestî ye û îro temamê ummeta Îslamê bûye milletperest. Ew dîn danîne rexekî, pêşî milletê xwe dibêjin û dû re Mislimanbûna xwe dibêjin.”

Prof. li bajarê kurdan konferans daye lê wan nexistîye ti kategorîyê; kurdan ne ji îslamê hesibandîye ne jî ji miletê. Û nehatîye bîra wî ku ji kurdekî bipirse ew berê misilman e ya kurd e!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin