Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e

A+A-

Îro li Şingal'ê tevlihevîyek fireh û xeter heye, PKKê bi ser Yekitîyên Berxwedana Şingal'ê beşek ji herêmê kontrol kiriye û jê dernakeve.

Ev, di navbera Pêşmerge û YBŞê da dibe sebebên pirsgirêkan û di hêla din da, bi cîbûna YBŞê li herêmê wêrekî dide Heşda Şebî, nuha di tixûbê Iraq û Suriye'yê da yanzde gund ketine bin kontrola vê hêzê. 

Bona Kurdistan'ê Şingal gellekî girîng e, ji ber ku herêm parçeyek ji erdnîgarîya Kurdistan'ê ye û herêmek stratejîk e.

Ernîgarî ne tenê parçeyek erd li ser nexşeyê ye, berevajî erdnîgarî bi hêla aborî, civakî, beşerî û siyasî va parçeyek ji welatekî ye.

Ango, herêma Şingal'ê, bi civat û axa xwe va parçeyek ji civata Kurd û Kurdistan'ê ye, her çiqasî îro li dervayî Kurdistan'ê hatibe hiştin jî, îro li ser erdê, lê siba, bê guman piştê rapirsînê êdî bi fermî dê di nav nexşeya Kurdistan'ê da cî bigre.

Ev pêvejo hinek derdoran diqilqilîne, ango dike nav şayîşan, ji ber ku dema ev pêvejo biserket proje û mebesta hinek dewlet û derdoran xera dibe, bi sernakeve.

Taybetî herêma Şingal'ê bona Komara Îslamî Îranê gellekî girîng e, ji ber ku herêm bi gellek hêlan va herêmek stratejîk e, taybetî bona amancên Îran'ê.

Herêm li ser tixûbê başûr û rojavayê Kurdistan'ê cî digre, di hêla din da herêm, pêywendiyên Iraq û Suriye'yê temam dike, li ser nexşeyê berdewamîya erdê herdu dewletan e.

Ger deshilata Iraq'ê di destê partiyên Şiî da be, Şingal carek din bona Komara Îslamî Îran'ê girîngtir dibe, ji ber ku Şingal li ser "Hîlala Şiî" cî digre û pêk anîna vê jî xevna Îran'ê ye.

Ger Şingal ne di destê hêzên nêzikî Îran'ê da be, mebesta wê dewletê bona Suriye'yê û taybetî bona "Hîlala Şiî" bêencam dimîne, bi sernakeve.

Gellek şîrove hatin kirin, li ser mebesta Îran'ê daku di projeya wê da xwe gihandina Deryayê Spî heye û dikane bi rêya "Hîlala Şiî" amancê xwe bi dest xweve bîne.

Bi bawerîya min mebesta Îranê ne ev tenê ye, herweha bona rêgeha veguhestina rejîm û bîrdozîya wî jî herêm girîng e.

Em dizanin ku Îran, di hewla veguhestina rejîm û desthilata xwe da ye, li herêma Rojhelata Navîn û ev jî dibe sebeba alozîyek gellekî fireh.

Îro li herêma Şingal'ê tevlihevîyek fireh heye, destê pir hêzan di nav qeyranê da ye û her hêzekê projeyên xwe hene.

Li hêlekê hêza YBŞ (Yekiniyên Berxwedana Şingal'ê) ku nêzikî PKK têt zanîn, li hêla din Heşda Şebî gundê Koço di nav da yanzde gund kirin bin kontrola xwe, bê guman ev alozîya Şingal'ê firehtir dike, ji ber ku Heşda Şebî ne hêzek Kurdistanî ye û kontrolkirina yanzde gundan bê hemahengîya Pêşmerge encam daye.

Bala min dikşîne, gelo bala we jî dikşîne?

Di sala 2014an da sazkirina rapirsînê û diyariya serxwebûnê li bal hemû Kurdan, taybetî li başûrê Kurdistan'ê mijarek gellekî germ bû.

Herweha, li Rojhelata Navîn û li qada navneteweyî da jî li ser diyarkirina serxwebûna Kurdistan'ê gengeşîyek fireh hebû.

Paşê DAİŞê êriş kir û şerekî giran dest pê kir, Mexmûr, Şingal û hinek herêmên Kurdistan'ê, taybetî ên li dervayî rêveberîya başûrê Kurdistan'ê mabûn ketin bin kontrola rêxistina terorist.

Şerekî giran destpêkir, bi hezaran pêşmerge û şervanên Kurd şehîd ketin, dîsa bi hezaran birîndar bûn.

Sê salin ku şerekî giran û xwînavî berdewam e û hêj 5% axa başûrê Kurdistan'ê di bin dest DAİŞê da ye, taybetî herêmên Êzdîniş.

Ji ber êrişên DAŞİê mijara rapirsîn û diyariya serxwebûna Kurdistan'ê hat paşve lê xistin, ev ne tenê neçarîya hêzên siyasî û eskerî ên Kurdistanî bû, herweha dewletên hevpeyman jî, têkoşîna li dijî DAİŞê û şer xistin rojeva yekem.

Em heta îro hatin, îro dîsa li başûrê Kurdistan'ê rapirsîn û diyariya serxwebûna Kurdistan'ê mijarek siyasîya germ e, herweha mijar di rojeva herêma Rojhelata Navîn û cîhanê da ye.

Her çiqas dewletên hevpeyman bêdeng in jî, lê rêveberîya başûrê Kurdistan'ê, taybetî seroktîya başûrê Kurdistan'ê rijd in, li ser sazkirina rapirsîn û encamên wê.

Bi bawerîya min bizava Heşda Şebî ya li herêma Şingal'ê têkilîdar e bi mijara rapirsîn û diyariya serxwebûna Kurdistan'ê va.

Wiha dixuye, ku amanca Heşda Şebî û serpereştîya vê hêzê, wekî DAİŞê pêşîlêgirtina rapirsîn û encamên wê ne, daku em dizanin serokwezîrê berê Nurî Malikî û Îran li ser vê hêzê bibandor in.

Lê, divê rêveberîya başûrê Kurdistan'ê li ser sazkirina rapirsînê û diyariya serxwebûna Kurdistan'ê rijd bin.

Heta îro ji ber bêdewletiyê Kurd tûşî karesatên wêranker hatin.

Bila em zanibin, ku bêdewletî ji dewleta herê xerab xeraptir e.

30.05.2017/Semsûr 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin