Bazid | Peyker û bîrdariya Ehmedê Xanî ji nû ve hat çêkirin

Bazid | Peyker û bîrdariya Ehmedê Xanî ji nû ve hat çêkirin

.

A+A-

Peyker û kuleya saetê ya alim û fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî li Bazidê bi merasîmekê hat vekirin. Peykerê Ehmedê Xanî 2 sal berê ji aliyê qeyûmê şaredariyê ve hatibû xirakirin ku wê demê raya giştî ya Kurd bertek nîşan dabû.

Şaredariya Bazidê piştî du salan careke din peyker, bîrdarî û kuleya saetê ya Ehmedê Xanî ava kir û bi merasîmekê vekir.

Merasîma vekirinê bi beşdariya Şaredara Bazidê Yildiz Acar û Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Stenbolê Yunus Bekret hat vekirin.

Şaredariya Bazidê ragihand ku di çarçoveya xebatên wan ên çandî de, projeya yek ji şexsiyetên mezin ê zanyar û alim Ehmedê Xanî ji nû ve hat jiyandin.

Şaredarê bal kişand ser ku 2 sal berê ji aliyê qeyûm ve peykerê Ehmedê Xanî hatibû rakirin û tevî ku gotibûn, wê bê çêkirin jî çênekirin û şaredariyê jî ew erk da ser xwe ku berhemeke modern a peyker û bîrdariya Ehmedê Xanî ava kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin