Bayik: Şingal û Musil radestî DAIŞê kirin û niha li pêşiya me bûne rêgir

Bayik: Şingal û Musil radestî DAIŞê kirin û niha li pêşiya me bûne rêgir

Lê ew behsa wê yekê nake, çawa naxwe DAIŞê, bi ser hemû vê qehramnaiya havalên wî de, karîn Şingalê dagîrbikin, û çima dawî ew li ser destê pêşmergeyan hate rizgarkirin.

A+A-

Cemil Bayik,hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ku yek ji navên PKK û rêxistinê pêve girêdayine ye, di gotarekê de ku di rojnameya "Yeni Ozgur Politika" de hatiye waşandin weha dinivîse:

"Ewan kesên ku ji bihîstine navê DAIŞê dilerzîn û bi dîtinaa alayên vê rêxistinê dest bi revê dikirin îro dibêjin ku şerê DAISê dikin"

Bayik ku, weke mirov Iranê di nav rêzên PKK de tê naskirin dibêje ku,"12 gerîlla li Şingalê pêşveçûna hezarên DAIŞ-yan rawestand", lê ew behsa wê yekê nake, çawa naxwe DAIŞê, bi ser hemû vê qehramaniya havalên wî de, karin Şingalê dagîrbikin, û çima dawî ew li ser destê pêşmergeyan hate rizgarkirin.

Bayik,her weha behsa berxwedana Kobanê dike, lê ne li ser rola peşmerge, ne jî li ser piştavaniya amerîkiyan jibo rizgarkirina wê, radiweste.

Hêjayî gotinê ye, ku DAIŞê di Elûna 2014 an de, û di nav kêmî ji sê rojan de, hemû "kantona Kobanê" û 80% ji navenda bajêr, bê şer xiste dastê xwe, û piştî şerekî dirêj ku pêşmeregeyên Kurdistana Iraqê roleka berçav têde hebû, û bi alîkariya hêzên hevpaniya navdewletî bi serokatiya Amerîkayê ji DAIŞê hate paqijkirin.   
(E.B)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin