Sabahattin Korkmaz

Sabahattin Korkmaz

Hemû nivîsên nivîskar >

Bayê serxwebûnê

A+A-

Dinya mirovan bi qasî çapa fikra wan e. Însan çi bifikire, ew e. Qenc bifikire qenc, xerab bifikire xerab e. Mezin bifikire mezin, piçûk bifikire piçûk e. Teng bifikire, fere bifikire, heman tişt e…

Descartes bi gotina “Di ramim, ji wê bonê ez heme”, vêya qest dike. Însan bi fikra (aqlê) xwe însan e û bi qasî fikra xwe hêja û rûmetdar e.

Tiştekî din jî heye; însan xwe layiqî çi bibîne, yan jî çi layiqî xwe bibîn e, ew tê pêşiyê û jêre dibe qeder! Musteheqî û layiqbûn jî,  ji vê tê…

Bahsa du îrada tê kirin; îrada kullî û ya cuz-î (îxtiyarî). Îrada kullî heye-tuneye, ew pirsa teolojiyê ye. Belê îrada cuz-î ya îxtiyarî heye û di destê mirov de ye.

Qedera xwe bi destê xwe tayînkirin” bahsa îrada îxtîyarî (qestî)  dike. Ya hêja, îrada îxtîyari ye.  Ji ber ku ev îrade ji xwe mal e. Aîdê xwediyê xwe ye. Biryar, ked, ehlaq û feraseta mirovî tê de heye.

Di netîcê de; fikra mirov çi be, mirov xwe layiqî çi bibîne û mirov ji bo çi kar-xebat-îbadetê bike, mirovê bigihîje wê armancê.

Xwestin-daxwazî-talepkarî.

 Ji bo ku mirov bibe xwediyê tiştekî, berî hertiştî pêwîste mirov wî tiştî bixwaz e. Tişta ku mirov nexwaze, mirovê çawa bibe xwediyê wî/wê? Bê ku mirov bi israr daxwaza tiştan bike, mirov tu carî nabe xwediyê wan tiştan. Hele ew ‘tişt’, daxwaza serxwebûn û dewletbûnê be. Tucarî bê xewtin, bê xwestineke bi israr û îstîkrar mirov/milet serbixwe nabin.

Ji bo bi destxistin û serkeftinê, berî hemû tiştî daxwazî pêwîst e. Xebat, cesaret, plansazî, têkoşerî, fedekarî,  rîsk û bedêl… hemû li dû daxwazê tên û bi rêz dibin. Daxwaz nebe mahna tiştên din yekî jî namîn e.

Gotinek feylesofê Çînî Lao Tszû heye, dibê “Şans/siûd jî, mêjî û mirovên amade/hazir tercîh dike.” Yanî şans/siûd bi xwe jî, tiştekî laletayîn nîn e. “Ez bisekinim, bila şans alîkariya min bike”. Şansekî weha tune.

Mixabin! Kurda heta nuha ji bo her tiştî; otonomî,  muxtarî, mîrekî, qantonî ûwd... hemû bedêl dane. Heta di ber dujminê xwe de bedêlên giran dane. Lê ne Qiyama 25-an, ne ya 38-an, ne Mahabad û nejî bizava Başûr a 50 salî, serxwebûnxwaz nebûn e. 

Negotine; em jî miletekin û weke her miletî dixwazin bibin dewlet! Naxêr! Gotineke weha eşkere û zelal li ortê tune. Baş e, çi gotine; gotine bila dewlet (Îran, Tirkiye, Iraq, Sûrye) demokratîze bibe, em jî di nav sînorên van dewletan de bibin xwedî maf.

Ji wê bonê Kurd nebûne dewlet.  (Hinek dikarin bêjin;” hîngê newext bû.” Bavê min! tişta ku tu nexwazî; ji bo wê xebatê nekî, wê çewa wexta wê were û tuyê çewa bibî xwediyê wê/wî tiştî?!

Grêdayî vê nedaxwaziyê Kurd, ne bi tenê nebûne dewlet. Ne otonom, ne tiştekî din, nebûne tu tişt jî. Ji ber ku ji dervayî serxwebûnê daxwazên din hemî meselên nav hundurên dewleta ne û girêdayî guherînên pergal û însafa dewletan e. Dewletên muxatabên Kurdan, ne dewletên medenî û demokrat in. Ji wê bonê jî, ew daxwaz nehatine û nayên cih. Numûna federaliya Iraqê, halekî muşaxes e. Iraqa kevin hilweşiya û di avakirina Iraqa nuh de Kurd bûne aktorê herî sereke (di avakirina Comara Tirk de jî weha bû). Dîsa jî Federaliya Iraqê bi kurda nedaye qazançkirin. Bi Kurda 15 sal da wendakirin. Wexta ku artêşa Emrîka û hêzên navdewletî li ser serê Iraqê bûn, Kurd hîn bi awantajbûn ku serxwebûna xwe îlan bikin. Belê wê çaxê tu proja Kurda ya dewletbûnê tunebû. Kurd bi damezrandina Dewleta Iraqê ya nûh ve mijûlbûn.

Bi hindikayî Kurd dikaribûn bibûna dewleteke konfederal. Vê helwesta xwe danîna ortê û di vê de israr bikirna. Îro cudabûn û serxwebûn wê hesantir bûya (dîsa jî, ji bo ku federalî di pratîkê de nêzîkî konfederaliyê ye, destê Kurda hîn xwurt e). Belê Kurdan çikir? Kerkûka ku di tefekura Kurda ya miletî û tarîxî de weke “dilê Kurdistan” tê qebûl kirin, kirin mijara munaqeşe û “ecêba” yê. 1/3-ka axa welatê xwe bi destê xwe teslîmî dewleta Iraqê ya ‘tune’ kirin û li benda însafa Iraqê sekinîn.

Di vir de tiştekî gelek girîng ku divê em balê bikşînin ser  derdikeve ortê; ku ew jî tarîx e. Divê tarîx baş were naskirin, rast were xwendin û jê ders were girtin. Eksê-hal; dubare, sêbare, çarbarekirina tiştan dibe ‘qedera’ mirov-miletan.

Dewletbûn ji xwe berde pêknayê. Serxwebûnxwazî helwesteke îradi ye. Beyan e. Beyana qedera xwe bi destê xwe tayînkirinê ye. Beyaneke ji xwe mal û herî rûmetdar e! Tu xwe nizanibî, kes te nizane.

Di meselyên milî/netewî de; ger ji 1/100 be jî îhtîmala serxwebûnê, divê ew milet wekî karekter serxwebûnxwaz be.  Ji ber ku  pirsa ‘serxwebûnê’ pirseke karekteri ye û girêdayî îrada cuz-î ya îxtiyari ye.

Berî her tiştî divê tu bixwazî. Bi serbilindî bixwazî. Li gorî daxwaza xwe tevbigerî; gotin, pratîk û jiyana te li hev be. Lê bixebitî. Û ku îmkan hatin ber derî; îlan û ava bikî. Lê ku tu nexwazî; xwedî  îrade û biryar nebî, firsendên dinyayê hemî jî werin ber deriyê te, tu yê dîsa jî, jê îstîfade nekî. Ji destê xwe birevînî.

Daxwazên wekî mîrekî, muxtarî, otonom heta federasyonî, meselên navxwe yên nav sînorên dewletan in. Dewlet û girêdanên navdewletî zû bi zû nabin mudaxîl û terefên van daxwazan. Ev daxwaz weke meseleyên navxweyî û girêdayî mafên şexsî têne qebûlkirin û nabin mijara huqûqa peymanên navdewletî.

Di vê derbarê de biryara navdewletî ya herî berbiçav Konvansiyona Yekîtiya Miletan (YM) a 1966-an a “Peymana Mafên Şexsî û Siyasî ya Navmiletî” ye. Di vê Konvansiyonê de (girêdayî pirsa kolonyalîzmê) bahsa her miletekî ku “Qedera xwe bi destê xwe tayîn bike”, tê kirin.

Prensîba “Qedera xwe bi destê xwe tayînkirinê” di esasê xwe de tekabulî daxwaza serxwebûnê, yanî netew-dewletiyê dike. Ji wê bonê yekser mijara huqûq û siyaseta navdewleti ye.  Daxwazên din, ne mijara “qedera xwe bi destê xwe tayînkirinê” ne.

Îro ciyê kêfxweşî , serbilindî û hêvîdariyê ye ku li seranserê Kurdaistanê bayê serxwebûnê difûr e. Heyecan û cesareteke medenî  dide Kurda. Kurdên otonomîxwaz ên kantonist û yên ku heta nuha tiştekî nexwestine jî, li pişta Referandûmê disekinin.

Bayê serxwebûnê; ne bi tenê heyecan, hêvî û bi xwe baweriyê jî dide Kurda. Di raya navmiletî de îtîbar û heysiyeta Kurda ya netewî bilind dike.

Di qedera Kurdan de ji vê firsendê mezintir, tu talih/şans nehatiye ber derî. Em  Kurd di îmtîhanekî dîrokî de derbas dibin. Vê firsendê divê em bi yekdestî  bikarbîn in. Yekîtî, yekîtiya li dora serxwebûnê, awantaja herî bi bandor û bi rûmet e.

Ji îro heta referandûmê û heta îlana serxwebûnê, ez-tu-ew tune. Em hene. Û em hemî yek partî, yek daxwazî, yek deng û yek îrade ne. Ku ew jî prosesa Serxwebûna Başûr e!

(Têbiniya Rûpela Nû. Av.Sabahattin Korkmaz Endamê Însiyatîfa “Bakûr, Piştgiriya Referandûma Başûr” dike)

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin