Baydemir ku li Îzmîrê hatibû desteserkirin serbest hate berdan

Baydemir ku li Îzmîrê hatibû desteserkirin serbest hate berdan

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Osman Baydemir li Îzmîrê hat desteserkirin. Ji ber ku Dadgeha Ceza ya Asliye ya Şirnexê şev ne amade bû Osman Baydemîr aniha li mêvanxaneya SGK tê girtin.

A+A-

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr ku li Îzmîrê hatibû desteserkirin, serbest hate berdan.

Osman Baydemir pişî ku bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) îfade da serbest hat berdan.

Osman Baydemîr xwestibû kiryarên 27ê Berfanbara 2015ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li hemberî cenazeyan hatî kirin protesto bike, piştre bi hêceta ku “yasaya xwepêşandan. meş û civînan binpê kiriye” doz li hemberî wî hatibû vekirin.

Parlamenterê Rihayê dê ji ber vê doze îfadeya xwe bide.

Biryar e Baydemîr îro (07.01.2018) seat 09.00ê bibi edliya Îzmîrê û dê bi rêya sîstema deng dîmen (SEGBÎS) îfadeyê bide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin