Baydemir: Dewleta Tirkan heye çima ya Kurdan nebe!

Baydemir: Dewleta Tirkan heye çima ya Kurdan nebe!

Berdevkê (HDP Osman Baydemîr dibêje, dewlata Tirk, Ereb û Farisan heye çi ma ya Kurdan nebe!

A+A-

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr dibêje, dewlata Tirk, Ereb û Farisan heye çi ma ya Kurdan nebe.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr li ser rewşa Kurdan daxuyanî daye Rûdawê û di wê daxuyanîyê da radigihîne ku mafê gelê herçar perçeyên Kurdistanê mafên xwezayî ne û mafê gelê Ereb, Tirk û Farisan çi be, mafê gelê Kurd jî ew e.

Osman Baydemîr dibêje, „mixabin Helebce, enfal bi ser Kurdan de hatiye û li herêma Barzan Kurd rastî komkujiyê hatine û nêrîna serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên li hemberî Kurdan  çi be nêrîna Şam, Tehran û Enqerê jî ew e.

Gelê Başûrê Kurdistanê biberxwedan û keda xwe gihîştiye serkeftinekî girîng. Ez wekî kurdekî serkeftinên Başûrê Kurdistanê wek ên xwe dibînim, çimkî Kurd yek milet e“.

Baydemir, “Mixabin nêrîna dewletê wekî ya beriya sedsalan e. Dewlet serokomaran, serokwezîran diguherîne lê ti ciran nêrîna xwe ya li hemberî Kurdan naguherîne. Ji bo ev yeke were guhertin em jî li Bakurê Kurdistanê dixebitin. Em dixwazî çareserî pêk were.

Lê mixabin ew li dijî serkeftinên Başûrê Kurdistanê ne, Ala Başûrê Kurdistanê ango ya Kurdistanê wekî ya dijminên xwe dibînin. Kurd li Başûrê Kurdistanê bibin federasyon an jî dewlet çima li dijî Tirk, Eren û Farisan be? Dewlata Tirk, Ereb û Farisan heye çi ma ya Kurdan nebe.”

Herwiha Baydemîr li ser dijberîya wan a li hemberî Gelê Kurd jî wuha dibêje, “Ji vê yekê bibawer bin, heger Ala Rengîn li heyv, mars û saturnê jî bê daliqandin ew dê li dijî derbikevin. Çimkî ew dijminên Kurdan e. Heger em kurd li ser xalên hevpar li hev bikin dewletên cîhanê jî mecbûr in ku daxwazên me qebûl bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin