Batman/ PAK Şêx Evdirehîmê Paloyî bibîr anî

Batman/ PAK Şêx Evdirehîmê Paloyî bibîr anî

Doh (21.07.2018) endam û dostên PAKê û Komela Ehmedê Xanî di salvegera Şehadeta Şêx Evdirrehim de li ser gora nemir Şêx Ebdirrehîm civîyan.

A+A-

Di destpêka bîranînê de dia û fatihe li ser ruhê nemiran hate xwendin. 
 

Serokê PAKê yê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir bi kurtasî behsa bûyerê kir.Özdemir; di derheqê bûyerê de agahî dan û got:
 

"Em Şêx Evdirrehîm û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin.’
Şêx Evdirrehim di 1897an de li Xinisê li gundê Kolhîsar hatiye dinê.Kalê wî Şêx Elî Septî nexşîbendî ye û li herêma Meletî, Xarpêtê, Erzirom, Amed, Çewlig û Muşê medreseyên heyî rêvebirê wan medreseyan bû. Bavê Şêx Ebdirrehim Şêx Mahmut Fevzî bu û ew jî kurê Şêx Elî Palewî bû. Ji şeş birayê Şêx Seîd ê herî biçuk Şêx Evdirrehîm bû.
Di tevgera neteweyî ya 1925an de cî girtîye û heya dawî serleşkeriya hêzên çekdar kiriye. Piştî ku tevgera neteweyî ya 1925an têk çû jî pênc salan wek gerîlla bi lehengî tekoşînê berdevam kiriye. Û paşî heya 1937an de li Binxetê dimîne.
Di 1937an de ku Serhildana Dersîmê destpê dike ; Şêx Ebdirrehîm tevî hevalê xwe tên Serxetê ku careke din serhildanê geş bikin û piştgiriya serhildana Dersîmê bikin. Wexta ku tên dora gundê Sînanê ya Bismilê sîxûrên herêmê pê dihesin û sixûrek jî hevalekî wan bû. Ew xaîn Yüzbaşî Zîya Dersimî bu. Bi agahdariya wan xaîn û sîxuran (Yuzbaşî Zîya Dersîmi, Muxtarê Salatê û sîxur Emerê Koperî) Alaya Amedê û Merdînê bi sê hezar leşkeran wan dorpêç dikin, şer û pevçûn dest pê dike.
Ev şer û pevçûn dûvedirêj berdewam dike u leşkerê tirkan bi hovane agir berdidin zad û zeviyên wê deştê. Û ew pakrevanên Kurdistanê tên şehîdkirin. Li gor tê zanîn di 17ê Tirmehê de dora wan tê dorpêçkirin şer û pevçûn heya 18 û 19ê Tirmehê berdewam dike.
Ji gundê Mirkulanê Şêx Mehmet Can (Xwedê jê razî) gundê der û dorê agahdar dike û bi merasimeke girseyî Şêx Evdirrehim defn dikin. Paşî qereqola Bismilê tên gora Şêx Ebdirrehim xera dikin. Lê bi banga Şêx Mehmet Can ku dibeje ”Ji bo xwedê bila gora vî hêjayî her tim diyar be, wenda nebe” ew bang û wesiyet bi cî hat û va ye em li ser gora nemir in….."

Mele Şirîn Zelî helbesteke ku li ser Şêx Evdirrehim nivîsand bu xwend .
 

Paşî bêşdarvanên ku hatibûn bîranînê; çûne Pîranê zîyareta lawê Şêx Ebdirrehîm Şêx Fevzî Bîlgîn.

Şêx Fevzî bi ferehî behsa bûyerên ku qewimîne û surgunkirina malbata wan ku bi piranî li navçeyên Trakyayê curbecur bi cih kirine, Suîqesta ku 1993an de lê hat kirin ku aniha jî du gulle di laşê wî de ne kir û got:
"Ji bo xwedê bila kurd dîroka xwe nas bikin, bila xwe nas bikin û bila ji hev hez bikin."

Bîranîn û ziyaret bi hestên germ ên neteweyî bi pirs û bersivan bi dawî bû.

 

Şehîdên 17.07.1937 an

1-Şêx Evdirehimê Paloyî
2-Şêx Mizbeh Qamişlo
3-Cemîlê Seyda Lîcî
4-Hecî Teyîp Lîcî
5-Xalid Şerîf Lîcî
6-Evdilsemed Lîcî
7-Mihemedê Xatê Lîcî
8-Mele Hemdullah Lîcî
9-Selahaddin Seyîdxan
10-Huseyîn Beg Sawur(yuzbaşi)
11-Elî Beg Sawur(yuzbaşî)
12-Mistafa Beg Sawur(yuzbaşî)
13-Hesen Axayê Paloyî
14-Silê Solikî Merdîn
15-Serres Baxistanî
16-Hilmî Begê Muşî
*****Zîya Begê Dersîmî (yuzbaşî) (Ev cehşê xaîn giliyê hevalên xwe kir û bû sedema şehadeta wan.)

batmanpak2.jpgbatmanpak3.jpgbatmanpak4.jpgbatmanpak5.jpgbatmanpak7.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin