Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Başûrê Kurdistan nabe ku bibe qurban ji beşên din re!

A+A-

Têkoşîna Rizgariya Netewî li ser nirxên netew û welat tê honandin. Yanî hin netew û hin jî ew axa ku netew ji xwe re kiriye wargeh, ji bona netewetîyê du bingehên serete ne. Ev herdû hêjayiyên girîng yê bingeha avakirina dewletê bi xwe ne. Netewek bi serê xwe, xwedî wargeh (an jî nijtiman) û ziman, çand bi hev re tevgerek hevpar a netewî tîne holê.

Cewherê honandina netewê, wek ritmên govendek ku bi sedan kes bi eynî fîguran tevbigerin li ser esasên melodiyê. Di nava "huqûqa avakirina dewletê" de; netewek bi hebûna hêjayîyên xwe yên netewî, çi divê ku li ser axa xwe doza devletbûnê bike?

Ev yek bi yek li ser axa Başûrê Kurdistan hene!

 *Parastin û ewlehî a netew û niştiman,

*Avakirina nirxên demokrasîyek hevpar,

*Bicîh anîna divêtîyên jiyanek azad a mafê mirovî,

*Avakirina bingeha debara aborî,

*Li ser esas û bingeha makzagonek netewî û hevpar, pejirandin û parastina mafê makzagonî.. Her grup,ref û her çîn di bin hêjayiyên vê cewherê de tifaqa berjewendiyên netewî avadikin.

Neteweperwerî, niştimanperwerî li ser van hêjayiyan bihêzkirin û meşrûîyeta tekoşîna Rizgariya Netewî re rûhekî hevpar li ser hîmê parastinê derdixe holê. Li ser axa xwe, bi îradeya xwe a siyasî diçe referandûmê û biryar a netewa xwe dipejirîn e. Ev helwest, dema di nava civatek bindest de wek teqandina enerjiyek netewî derkeve holê; berê wê civatê dikeve rêk û pêka netewîbûnê. Ji gavên devletbûnê re bingeh amade dibe.. Pêvîstiya serxwebûna netew û azadiya welat di nirxên avakirina dewletê de dikeve têkoşînê.

Êdî çareserkirina mafê çarenûsa netewê ji dagirkeran cûda bûne û gavên serbixwe, ji bona avakirina dewleta xwe tevdigere. Pêşiya vê bi hêsanî êdî nayê girtin. Dijmin, an jî dagirker, dikarin rizgariya netewa bindest dereng bixînin, an jî demek bixapînin; lê nikarin pêşî lê bigirin. Enerjiya li ser nirxên netewî û niştimanî di vî warî de derdikeve holê, wek dendika atomekê ku bêt teqandin, boranê derdixe.

A girîng di vir de ewe ku em fersendê nedin dijmin ku vê enerjiyê ji bona xurtkirina sîsstema kolonyalîst û berbihewakirina van dînamîkan bikar bîne. Îro ev şert û şût yek bi yek li ser axa Başûrê Kurdistan hene. Li vê herêmê, Kurd bi hêza xwe, bi siyaseta xwe, bi têkilîyên xwe yên navdewletî û bi bingehîn kurdperwerî û niştimanperwerîya xwe, gîhane vê esta ku îradeya netewa xwe li ser axa xwe bipejirîn in. Xwedî biryar, xwedî hêz û xwedî giranîyek hêja ne. Biryar a netewa Kurd e û tu hêz nikarin pêşî lê bigirin. Ev gav ne gavek li dijî beşên din yên Kurdistan in û ne jî redkirina Kurdistan a mezin e. Li beşekî Kurdistan, şert û şût û pêşengîya wê herêmê bingeha dewletbûnê ava kirîye û nikare li benda amadebûna beşên din bimîne û vê xewna netewa xwe taloq bike.. Ya ku dikeve ser işta me alîkarîye.. Kî vê teorîya "li bendê sekinandin"ê biparêze, ew ji şert û şûtên ku îro yeko yeko beşên Kurdistan tê ne dûr e.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin