Başûr/ Prosesa hilbijartinê destpê kir

Başûr/ Prosesa hilbijartinê destpê kir

PDKê bi mîtîngeke berfireh li bajarê Hewlêrê dest bi kampanya xwe ya hilbijartinên parlamentoya Iraqê kir.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî li bangeşeya partiya xwe gotarek pêşkêş kir û tê de behsa bernameya karê PDKê bi hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kir û tekez kir ku PDK dê hêza yekem be li Kurdistanê di wê hilbijartinê de û di hilbijartina bê ya Kurdistanê de jê dê her hêza yekem be.

 

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku ev hilbijartin xwedî giringiyeke mezin in, heta PDK bihêztir bibe û destkeftên zêdetir bo Kurdistanê bidest bên û pêgeh û mafên destûrî yên Kurdistanê parastî bin.

 

Nêçîrvana Barzanî diyar kir ku PDKê  bi rêyên aştiyane digihêje armancên xwe û got: “PDK her daxwaza aştiyê dike û qet şer naxwaze. PDK qet dest ji mafên destûrî yên Kurdistanê bernade. Kurdistanê dest ji rêbaza Barzaniyê nemir bernade. Divê PDK bihêz be li Bexda. Bi diyalogê pirsgirêk çareser dibin. PDK yekgirtî û deng e, bila baş bizanin partiya me yekgirtî ye. PDK di bin yek alaya yek Serok de ye ew jê Serok Barzanî ye û em ji bo mafê gelê Kurdistanê xebatê dikin. Bihêzbûnî PDKê tê wateya bihêzbûna Kurdistanê. Çiqasî PDKê bihêz be, Kurdistan bihêztir e. Pêwîst e em piştrast bikin ku PDK hêza yekem e û dê hêza yekem be li Kurdistanê.”

 

Barzanî da zanîn PDK di şert û mercên herî zehmet de bi piştgiriya gelê Kurdistanê li ser pêyan ma û dê her bimîne û got eger di bûyerên dawî de ne ji PDK bûya, kesî nedizanî dê çi bi serê Herêma Kurdistanê bihata û wiha domand: “Eger Serok Barzanî nebûya mafên Kurdan dê di destûra Iraqê de nebûya. Bi saya partî û cenabê serok Barzanî li Iraqê hesabekî mezin ji Kurdan re hate kirin û mafên heyî yên kurdan di destûrê de hate cîbicîkirin.”

 

Di beşekê din axaftina xwe de Cîgirê Serokê PDKê da zanîn ku ew wek partî li ser cîbcîrkirina tevahiya destûrê dixebite û bi taybetî bicihkirina madeya 140î û got: “Heta Iraq mafê pêkhateyan li ber çavan negire, dê bi ser nekeve. Di vê hilbijartinê de û hilbijartinên din de jî partiya me dê bibe yekem.”

 

pdk-hilbijarti.jpg

 

Di meresîma destpêkirina bangeşeya PDKê de Endamê Polîtburoyê Mesrur Barzanî û hejmareke zêde ya serkirdayetiya PDKê û kadro û alîgrên wê jî amade bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin