Baskê sîyasî yê HSDê bo kongreya Qahîre-3 hat vexwendin

Baskê sîyasî yê HSDê bo kongreya Qahîre-3 hat vexwendin

Amadekarîyên kongreya Qahîre-3 ya opozisyona Sûrîyê dest pê kirine û Encûmena Sûrîyeya Demokratîk MSD ji bo kongreyê hatîye vexwendin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hevserokê MSD, Rîyad Derar aşkere kir ku ew bi fermî ji bo kongreya Qahîre-3 hatine vexwendin.

Li alîyekê din, Serokê Platforma Qahîreyê ya opozisyona Sûrîyê Cemal Silêman ragihand ku dîyalog ligel çend alîyên Kurdî heye, di nav de Rêveberîya Xweser û partîya PYDê.

Silêman herwiha aşkere kir, ku di demeke nêzîk de ew dê dîyalogê ligel ENKSê û kesayetîyên Kurd ên serbixwe bikin, da ku nûneratîya pêkhateya Kurd a li Sûrîyê berfireh bibe.

Ew çend sal in , ku gelek kongre û hevdîtinên navdewletî û navçeyî derbarê rewşa Sûrîyê hatine sazkirin, lê belê ji Rêveberîya Xweser û MSDê ti nûner ji bo wan hevdîtin û kongreyan nedihatin vexwandin.

Ji ber şerê navxweyî yê li Sûrîyê, ew zêdetirî 8 salan e ku alozî li wî welatî berdewam in. Heta niha çendîn xûlên danûstandinan li Cinêvê û Astanayê di navbera alîyên opozisyonê û hikûmeta Sûrîyê de hatine sazkirin, lê bê encam bûne.

Opozisyona Sûrîyê yekdest nîne û li ser çend enîyan hatîye perçekirin ku her yek ji wan piştgirîya welatekî li piştê heye, ji wan jî Platforma Qahîre û Platforma Moskowê. Herwiha her yek ji Tirkîye û Erebistana Siûdîyê jî alîyên xwe di nava opozisyona Sûdîyê de hene.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin