Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Başîka û fêla xerab

A+A-

Serokwezîrê Tirk Binali Yildirim, piştê serdana Bexda‘dê serdana başûrê Kurdistan‘ê jî kir; xalîçeyê sor li ber wî hat raxistin, serokwezîrê û rayedarên Kurdistan‘ê bi helwestek dostane pêşwazîya wî kirin, herweha serokê Kurdistan‘ê jî pêşwazîya wî kir, medya û kanalên telewîzyonên Kurdistan‘ê serdan şopandin û weşandin.

Ev hemû ne bes bûn!, bi serokê Kurdistan‘ê ve serdana enîya şer kir, li ser nexşeyê agahdarî dane wî, bawerim firavîn û şîvek xweş jî dê dabûnê, lê dîsa jî navê Kurdistan‘ê negot, di hemû payêmên xwe da peyvên „Bakurê Iraq‘ê“ bikaranî.

Peyva Kurdistan’ê di siyaseta fermî ya Tirkîyê da û li gel neteweperest û nijadperestên Tirk hêj jî qedexe ye, ev rewş dihêle ku şik bikeve ser pêywendiyên Tirkîyê bi başûrê Kurdistan’ê ve.

Ez bawerin rayedarên Kurdistan’ê jî hay ji vê rastiyê hene.

Heçku em dizanin, ku „Herêma Kurdistan‘ê“, „Dewleta Herêma Kurdistan‘ê“ di makazagona Iraq‘ê da cî digre, ango di saziyên navdewletî da bi fermî hatiye pejirandin, bo mînak li cem Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UN).

Bêşik, gotin an negotina wî rastiyê naveşêre, berevacî fêla dewleta Tirk carek din dide dest, gelo Kurdên di nav AKPê da, ku di serdema desthilatîya wê da behsa mafên demokratîk dikin çi difikirin?

Ter em behsa pêkotîyên li ser HDP nekin, herweha parlementer û serokşaredarên girtî.

Di vê serdanê da du mijarên girîng hebûn, siyaseta (fêl) Tirkîyê, bi giştî di barê başûrê Kurdistan‘ê da û herweha di barê Iraq û Başîka‘yê da, ku gengeşiyên li ser Başîka‘yê carek din germ bûn.

Berî her tiştî divê em zanibin, ku nehîya Başîka’yê axa başûrê Kurdistan‘ê ye, eger ez ne şaşbim 75% niştecîyên wê kurdên êzidî ne, ango dikeve ber xala makazagona Iraq’ê, xal 140.

Em dizanin ku yekinîyek eskerî Tirkîyê (900 kes) li Başîka‘yê ne, çûn û bicîbûna vê yekiniyê di navbera Iraq û Tirkîyê da xwe veguhezt pirsek sereke û devjenîyek ku ji şiweyî dîplomasiyê derdikeve dest pê kir.

Serokwezîrê Iraqê û gellek rayedarên vî welatê yekser, an li ser pirsan daxwaza valakirin û paşvekişandina yekinîya eskerî kirin, lê her dem Tirkîyê carina boneyê perwerdeya Heşda Wetanî û Pêşmerge derxist pêş, an yekser hinek sedemên wekî hebûna DAEŞ û terorê da ber Baxda‘yê û daxwaza wê red kir.

Ne tenê red kir carina hêj pîj kir, gef li Bexda‘dê xwar.

Min civîna çapemeniyê ya herdu serokwezîran şopand, bala xwe da bersivên di barê Başîka‘yê da, lê ti peyamên vekirî nehatin gotin, jixwe ji wê dihat xuya, ku Tirkîyê civa dide xwe, di pêwendiyên xwe da ne jidil e.

Piştê vegerîya Bilali Yildirim jixwe aşkere bû, ku Tirtkîyê naxwaze kempa Başîka‘yê vala bike, eskerên xwe bipaşve bikşîne.

Sedema vê jî operasyona Musil‘ê dibêje, ango dibêje ku ewê „piştê dawîbûna operasyona Musil‘ê bi Bexda‘dê va li ser Başîka‘yê danûsdanê bike û paşê dê biryarê bide“.

Ev têt wê wateyê, ku Tirkîyê naxwaze bipaşve vekêşe, an daxwazek wê heye lê aşkere nabêje.

Lê serokwezîrê Iraq‘ê carek din di civîna rojnamegeriyê da li ser derketina Tirkîyê israr kir û weha got; „… eger Tirkiyê yekîneyên xwe yên leşkerî ji kampa Başîkê ya nêzîkî Mûsilê û ji axa Iraqê paşve nevekişîne, ti pêşketin di pêwendiyên Iraq û Tirkiyê de çê nabin û Bexda bo baştirkirina pêwendiyên bi Enqerê re tenê gavekê jî nahavêje“.

Bi van peyaman dixuye, ku serdana serokwezîrê Tirk negehêşt amancê xwe, serketî nebû.

Di dîroka Tirkîyê da, berê wê di dîroka Osmanîyan da axa ku ew ketibinê bi dilê xwe dernakevin, ti mînakên vê tine ne.

Ev çandek e, çanda talan û ganîmetê.

Ev têt zanîn.

Di yekî adara sala 2003an da teskereye hikûmeta AKPê Parlementa Tirkîyê nepejirandibû, paşê R. Tayyip Erdogan bû serokwezîr û bi teskerek nû Parlementa Tirkîyê destûra şandina yekinîyên eskerî bona dervayî Tirkîyê da hikûmetê, mebesta vê teskerê ev bû, ku Tirkîyê yekinîyên eskerî bişîne nav axa Iraq‘ê.

Parlementê destûr da, lê Tirkîyê eskerên xwe neşand nav axa Iraq‘ê ji ber ku iraqîyan nedixwest.

Rojnameger Çengiz Çandar di pirtuka xwe ya bi navê ‚Ekspresa Mezopotamya, rêwitîyek dîrokî“ da (pelk 434 û 435) dibêje, ku wî li gel hemû beşên siyasî, ango li gel Şîî, Sûnî, Kurd û kêmjimarên din axifîye, ti ji vana nedixwestin ku Tirkîyê eskerên xwe bişîne nav axa Îraq‘ê, sedema vê jî weha dibêje, ‚ew bawer dikin Tirkîyê carek din dernakeve, heta ku lê ferz nebe.“

Gelek mînakên din hene, mînaka herê rojane „operasyona Cerablûs‘ê û heta el Bab’ê“ ye. Çend rojan berê wezîrê bergiriyê Tirkîyê digot, ku „êdî tîm û karmendên sivîl jî dişînin Cerablûs‘ê û Bab‘ê, bi mebesta rêveberinê“.

Gelo tanzîm û bicî kirina rêberek sivîl têt çi wate yê?

Federasyona Rusya’yê (FR) destûra operasyona Cerablûs û Bab‘ê da Tirkîye‘yê, ka em binirin ewê çawa ji Suriyê derkeve, FR’yê dê çawa vê pirsê çareser bike?

Weha dixuye ku ewê gengaz nebe.

Ne hewceye em dûr herin, yekiniyên eskerî hêj li başûrê Kurdistan‘ê ne, qaşo bi mebesta aştîyê çûbûn, di dema Şerê Birakujî‘yê da, bîst sal berê.

12.01.2017/Dusseldorf

 

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin