Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransa li ser rewşa "Rojava" axivîn

Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransa li ser rewşa "Rojava" axivîn

Îro sêşembî li bajarokê Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derveyê Fransa, Jean-Yves Le Drian û şandeke pê re kir.

A+A-

Wezîrê Derve yê Fransa li gel Serok Barzanî civiya û ragihand, Fransa dê weke piştevanê gelê Kurdistanê bimîne û dê hevkariyên siyasî, leşkerî û herwiha pêwnediyên xwe yên kulturî û aborî yên li gel Herêma Kurdistanê bi pêş bixe. Serok Barzanî û Jean-Yves Le Drian herwiha derbarê rewşa gelê Kurd li Sûriyê de jî gotûbêj kirin û nîgeraniyên xwe anîn ziman.

Jean-Yves Le Drian xwesteka welatê xwe bo beşdarbûna di avedankirina Iraqê de jî di civîna li gel Barzanî anî ziman.

 

Di derbarê çarenûsa gelê Kurd li Sûriyê de jî her du aliyan dilgiraniya xwe nîşan dan û tekez kirin ku geşedan û gûhertinên li nav Sûriyê nabe bibe sedema wê yekê ku gelê Kurd û hemwelatiyên Kurd li Sûriye baca wê bidin.

 

Têkildarî rewşa gelê Kurd li Sûriyê û çareserkirina giriftan jî, Serok Barzanî nêrîn û pêşniyarên xwe ji Wezîrê Derve yê Fransa re behs kir.

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin