Barzanî: Tirkiye piştgirîya Kurdistanê dike

Barzanî: Tirkiye piştgirîya Kurdistanê dike

Mesûd Barzanî serdana şanda Tirkiyê ya berfireh weke piştgiriya Herêma Kurdistanê nirxand

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim piştî hevdîtinê civîneke çapemeniya ya hevbeş li Hewlerê li dar xistin. 

Mesûd Barzanî anî ziman ew serdana şanda Tirkiyê ya berfireh weke piştgiriya Herêma Kurdistanê dinirxînin û got, ew li ser navê gelê Kurdistanê spasîyê li gelê Tirkiyî û Serokomarê Tirkiyê dikin ku piştgiriya gelê Kurdistanê di şerê DAIŞê de kiriye.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yilrdirim kêfxweşiya xwe bi serdana Barzanî ya Tirkiyê ya piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê anî ziman ew yek weke helwesteke hêja nîşan da.

Binalî Yildirim anî ziman ku hem DAIŞ,hem PKK hem jî tevgera Fetulah Guelan ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye, di heman demê de hem meseleya vê Herêma Kurdsitanê ye, hem ya Iraqê, hem ya Sûriyê ye.
Yildirim amaje kir ku wan li Hewlêrê û Bexdayê hevdîtinên sûdewar pêk encam dane.


Di 8.01.2017ê saet di 00.30ê şevê de şanda Tirkiyeyê li Baxdayê hatibûn Hewlerê û li Balafira Hewlerê ji alîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  Nêçirvan Barzanî ve bi merasimeka resmî hatibûn pêşewazîkirin.

Di şanda Tirkiyê de Serokwezî Bînalî Yildirim de Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkçî, Wezîrê Perwerdeyê Îsmet Yilmaz, Wezîrê Bergiriyê Fîkrî Işik, Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag, Cîgirê Serokê AK Partiyê û Parlamenterê Stenbolê Mehdî Eker, Cîgirê Serokê Grûba AK Partiyê û Parlamenterê Çanakkaleyê Bulent Tûran, Parlamenterê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu, Parlamenterê Mêrdînê Orhan Mîroglu, Balyozê Tirkiyê li Bexdayê Farûk Kaymakçî cîh digrin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin