Barzanî: ”Şehîd Ebû Leyla xortekî qehreman û wêrek ê Kobanî bû”

Barzanî: ”Şehîd Ebû Leyla xortekî qehreman û wêrek ê Kobanî bû”

Cane xwe yê paqij di rêya bergirîkirin li niştîman û azadiya gelê Kurdistanê de kire qurbanî

A+A-

 

Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro bi rêya telefonê pêwendî bi Yûsif Ebdulezîz birayê Fermandeyê kurd  Fêysel Seidun bi naznavê Ebu Leyla dihat naskirin kir û di şerê rizgarkirina bajarê Minbicê ji destê DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû, sersaxî li wî û malbata wî kir.

Barzanî di vê pêwendiya telefonî de ragihand: “Şehîd Ebû Leyla xortekî qehreman û wêrek ê Kobanî bû ku cane xwe yê paqij di rêya bergirîkirin li niştîman û azadiya gelê Kurdistanê de kire qurbanî.”

Wek dihê zanîn Ebû Leyla di 2ê Hezîranê de di operasyona rizgarkirina Mibicê ji detsê DAIŞê de bi giranî birîndar bibû û bo dermankirinê bi rêya helîkoptereke amerîkî ve bo Başûrê Kurdistanê hatibû veguhastin û 5ê Hezîran a 2016an li nexweşxaneya Şar a bajarê Silêmaniyê şehîd bibû û li Kobanî bi merasimeka girseyî hatibû binaxkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin