Barzanî: ”Prensîbên şîrîkatiyê li Iraqê nemane”

Barzanî: ”Prensîbên şîrîkatiyê li Iraqê nemane”

“Berî rêjeya kurdan di nava Artêşa Iraqê de ji sedî 40 bû. Lê niha ev rêje gelek kêm e û hema bêjin nemaye.”

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di 09-08-2017ê de li Hola Sedî Ebdullah a bajarê Hewlêrê li gel zanayên olî civiya û gotarek pêşkeş kiräye. Û di gotara xwe de gotîye: “Giştpirsî ne yê takekesekî ye, yê hemû partiyan û hemû gelê Kurdistanê ye. Giştpirsî ji bo gihitşina serxwebûnê amrazek e ne ku armanc.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kirîye, ku prensîbên şîrîkatiyê li Iraqê nemane û mînaka Artêşa Iraqê anîye ziman û diyar kirîye: “Berî rêjeya kurdan di nava Artêşa Iraqê de ji sedî 40 bû. Lê niha ev rêje gelek kêm e û hema bêjin nemaye.”

Di berdewama axaftina xwe de Serok Barzanî dubare kir, ku rewş û nêzîkatiya Bexdayê ya bi vî awayî nayê qebûlkirin.  Derbarê “bereya na” û helwesta welatên ku daxwaza paşxistina dema giştpirsiyê dikin, Barzanî û wiha berdewam kirîye: “Behsa paşxistina giştpirsiyê dikin. Bila bên û ji gelê Kurdistanê re bêjin paş bixin. Ka garantiya paşeroja me çi ye?”

Barzanî behsa misogeriya serkeftina giştpirsiyê kir û ev mînak anî ziman: “Ti kes bi qasî Paul Bremer ne li dijî federalîzma Iraqê bû. Lê bû emrî waqî, an ku rastî.”

Dihê zanîn ku dîplomatê amerîkî Paul Bremer, piştî hilweşandina rejîma Saddam Husên di sala 2003ê yê de berpirsê sivîl ê Iraqê bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin