Barzanî: "Niha dema ewe ye em giliyê xwe li xwe bikin!"

Barzanî: "Niha dema ewe ye em giliyê xwe li xwe bikin!"

Li Selahedînê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDK Mesûd Barzanî pêşwaziya Hevserokê HDP (Partiya Demokratîk a Gelan) Selaheddîn Demîrtaş û şandeya li gel kir

A+A-

Di 21.09.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Serokê PDK  pêşwaziya Selaheddîn Demîrtaş Hevserokê HDP (Partiya Demokratîk a Gelan) û şandekî li gel kir ku ji hejmarek Parlementerê HDP li Parlemena Tirkiye û şêwirmendan pêkhat.

Demîrtaş  pesnê rola Barzanî ya li piştevanî kir û pêşxistina proseya aştiyê li Bakûr kir û ragihand ku çavê wan li wê yekê ye ku Barzanî hewlên xwe yên ji bo destpêkirina proseya aştiyê û wekî birayê mezin jî piştevanê projeya diyaloga di navbera aliyan bê û ragihand ku rola cenabê wî bandoreke mezin li serxistina vê hewldanê dibe.

Li gor malpera Serokê Herêma Kurdistanê, ”Hevserokê HDP li beşekî dinê axaftina xwe de balkişandiye li ser wê yekê ku ji bo serxistina diyalogê berpirsiyarî dikevê stûyê hemû aliyan û ragihand ku gencên Kurd li sengerên bergiriyê da axa Kurdistanê diparêzin, lê belê mixabin rola medyaya Kurdistanî li niha de ne li xizmeta birayetî û hemahengiya aliyên siyasiyan daye û serkirdeyan jî diêşîne û xelk jî ji vê zimanê bêzar in.

Ji bo wê yekê pêwîste hengava yekema diyaloga aliyan li rêya guherîna zimanê axaftina medyayê bê û medya bixe xizmeta birayetî û diyaloga aliyan nekî wekî niha ku bûye beşek ji kêşeyan. Her wiha daxwaz jî kir hemû alî êdî li rêya medyayê ve li gel hevdû neaxivin, belkû rêya danustandin û diyalogê li ber bigrin.”

Demîrtaş li dirêjahiya axaftina xwe de behsa kêşe û astengên li ber doza Kurdî û diyalog û hevkariya di navbera aliyên Kurdistaniyan bi take rêya pêwîst da kiriye.

Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ragihand ku, gelê Kurdistanê bi bêyî xwesta xwe hatiye dabeşkirin û ji bo mayîn û parastina nasnameya xwe şer kir.

Lê belê niha li qonaxa mîsogerkirina destkeft û berev pêşveçûna doza gelê xwe dayîn û ji bo eve jî pêwîstiya bi aştiyê heye. Barzanî tekez li wê yekê kir ku eger berê gileyiya me ji zilhêzan û dewletan hebu, niha dema ew e ye gileyiyê li xwe bikin.

Barzanî behskir ku encama şer malwêranî û kavilkariye û hindî rojeke şer zûtir bê ragirtin baştir e û li kar û qazanca hemû aliyeke û ji bo serxistina aştiyê jî pêwîste hemû aliyek palpişt û hevkarê hevdû bIn. Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ji bo nêzîkkirina aliyan hewleke zêde daye û ew ê ji destê wî hatiye kiriye û niha jî bi tevahî piştgîriyê li van hewlên wan dike.

Piştî vê civînê  Selahattin Demirtaş û şandeya pê re konfranseke rojnamevanî li dar xist.
Demirtaş di vê konfransa xwe ya rojnamevanî de behsa serdana xwe ya bo Başûrê Kurdistanê û armanca hevdîtinên xwe kir.

Demirtaş amaje bi rewşa niha ya herêmê kir û yekrêzî û yekgirtina Kurdan bi pêwîst zanî.

Demirtaş amaje bi rewşa her 4 parçeyên Kurdistanê jî kir û ragihand, ku Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di rewşeke xirab de ne.

Hevserokê HDPê  behsa nakokî û bêtiaqiya navbera Kurdan kir û da xuyakirin, ku di 100 salên borî de, bêtifaqiya rêxistinên gelê Kurd û nebûna yekîtiya navbera Kurdan sedemeke sereke bûye ku Kurd di 100 salên borî de negihîjin mafên xwe.

Selahattin Demirtaş destnîşan kir, ku di 100 salên borî de gelê Kurd gelek berxwedan kirine û bedelek mezin dane û got: Gava ez dîroka gelê xwe dixwînim, êş dikeve dilê min. Di dîroka me de berxwedanek mezin, fedakariyek mezin û bedelek mezin heye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum