Barzanî: "Nayê qebûlkirin hêzek sînorê Kurdistanê îhlal bike"

Barzanî: "Nayê qebûlkirin hêzek sînorê Kurdistanê îhlal bike"

Barzanî: “Bi ti awayî nayê qebûlkirin hêzek sînorê Kurdistanê bibezênê û bixwazê îradeya xwe ferz bike!

A+A-

Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Joseph Votel naveroka nameya Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ya ji bo Barzanî eşkere kir, ku têde piştevaniya Amerîkayê ya ji bo Hêzên Pêşmerge dubare aniye ziman.

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ji ber serkeftinên li dijî DAIŞê û hemahengiya li gel Artêşa Iraqê spasiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge kiriye.

Her wiha Votel bal kişande ser wê yekê, ku di şerê terorê de pêwîstiya wan bi hemahengî û hevkariya Hêzên Pêşmerge heye.

Ji aliyê din ve Serok Barzanî bibîr xist, ku beriya operasyona Musilê, Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye plana serbazî, siyasî û îdarî bi hevre were amadekirin û got: “Lê belê mixabin kar ji bo plana siyasî û îdarî ya qonaxa piştî DAIŞê nehatiye kirin.”

Derbarê rewşa rojavayê Musilê û başûrê Şingalê de Barzanî diyar kir: “Eger armanca tevgeran şerê terorîstên DAIŞ be, ev yek nabe pirsgirêk. Lê eger ji bo pêkanîna ajandayên din hewldan hebin dê pirsgirêkên mezintir derbikevin û ev jî bibe sedema ji destçûna destkeft û serkeftinên li dijî terorê.”

Serok Barzanî herwiha got: “Bi ti awayî nayê qebûlkirin hêzek sînorê Kurdistanê bibezênê û bixwazê îradeya xwe ferz bike. Hinek kes mijulê wê yekê ne, ku sedemên serhildana DAIŞê dûbare biafrînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî diyar kir, pêşmerge û Artêşa Iraqê rêkeftibûn ku ji bo paqijkirina başûrê Şingalê û rojavayê Tileferê hêzeke hevpar avabikin û got: “Lê Artêşa Iraqê mijulî şerê Musilê bû û pêşmerge jî pabendî rêkeftinê bû. Ji ber vê rêkeftin nehat bi cîhkirin. Di vê navberê de Heşda Şeibî bi bê hemahengî û şêwira li gel ti aliyekê, tevgera xwe li wan navçeyan destpêkir û di encamê de rewşeke aloz hate afirandin. Ev yek jî wê yekê dide nîşandan ku nîgeraniyên me ji nebûna rêkeftina siyasî û îdarî li cihê xwe bûye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin