Barzanî: “Min xwe gelek gelek biçûk hîs kir li hember wê şêrejinê”

Barzanî: “Min xwe gelek gelek biçûk hîs kir li hember wê şêrejinê”

3 kurên wê bi yekcarî şehîd bûne û dayîka duyem jî di carekê de 4 zarokên wê şehîd bûne.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gelek boneyan behsa du dayîkên şehîdan dike û dibêje "mînakên herî bilind in.” Yek ji wan her du dayîkan, 3 kurên wê bi yekcarî şehîd bûne û dayîka duyem jî di carekê de 4 zarokên wê şehîd bûne. Her du dayîk li hember Serokê Herêma Kurdistanê gotine: “Nîgeran nebe, ji bo serkeftinê kurên me yên din jî hene, bila ew jî qurbana Kurdistanê bin.”

Rûdaw roja cejnê di dema serdana gorên şehîdan de li gel wan dayîkan bû. Her du dayîk li ber serê gora kurên xwe yên şehîd bi hêsirên çavan dibêjin: “Emê çend roj şûnde agahiyên xweş bigihînin we. Kurdistan ji bo serxwebûnê deng dide. Êdî hûn jî bextewar bin.”

Mesûd Barzanî, dayîka bi navê Amîne weke "mînaka herî bilind" bi nav dike û di gelek munasebatan de dibêje: “Min şêrejinek dîtiye. Bi xwe jina şehîd e. Du – sê birayên wê şehîd in. Bombe li mala wan ketiye. Çar zarokên wê parçe parçe bûne. Parçeyên goştê her çar zarokan xistiye nav kîsekî. Min rewşeke neasayî dîtiye. Min pirsî, gotin 'hal û  mesele ev e'. Birastî min tehemul nekir. Rewşa min gelek têk çû. Wellahî bi hemû muqedesatên min. Kîsê ku goştê her çar kurên wê têde bûn danî û hat. Ez hembêz kirim û got: 'Ez naxwazim hêsirên çavan bibînim. Du kurên min mane. Ew jî qurbana Kurdistanê bin.”

Ev bûyer di sala 1985an de li Rojhilatê Kurdistanê rûdaye. Dayîka Amîne niha li bajarê Soran li taxa Şehîdan niştecih e û li gel neviyên xwe dijî. Weke ku dibêje, 10 sal ji Mesûd Barzanî mezintir e.

Barzanî li ser Dayîka Ayîşe gotibû: “Vê carê li şerê Zumarê. Ji ber teqîna otomobîlekê, sê bira bi yek deqîqe şehîd bûn. Ji 15 heta 20 rojan, bi şev min digot 'serê sibehê biçim serdanê bikim' ku mala wan li Soran e. Lê dema dibû sibeh, ez nizanibûm çawa biçim. Dayîkeke ku sê kurên wê bi yek deqîqe şehîd bûne, çi bibêjim? Çi bikim û çawa biçim? Piştre min got 'divê her biçim'.

Gava çûm û min ew dayîk dît, hestek li cem min çêbû, min xwe gelek gelek biçûk hîs kir li hember wê jina mezin û wê şêrejinê. Bûk û neviyên wê jî li wir bûn. Wê jî dîsa got: 'Du kurên min ên din jî hene, ew jî bibin qurbana Kurdistanê'. Em serbilind in. Rûmeteke mezin in ji bo me. Min ji xwe şerm kir û min got ‘Ya Xwedê 10 – 12 roj in sê kurên wê bi yek deqîqe şehîd bûn. Çi qas me'newiyateke wê ya mezin heye'.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin