Barzanî: ”Mafê referandûmê mafeke şerî û siruştî ya gelê Kurdistanê ye”

Barzanî: ”Mafê referandûmê mafeke şerî û siruştî ya gelê Kurdistanê ye”

Serokê Herêma Kurdistanê di 04. Tîrmehê a 2017ê de li Selaheddînê pêşwaziya 7 Konsolên welatên Eraban kirîye.

A+A-

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di 04. Tîrmehê a 2017ê de li Selaheddînê pêşwaziya Konsolên welatên Filistîn, Îmarat, Kuweyt, Sudan, Urdin, Misir û Erebistana Siûdî kiriye.

Di malperê de hatîye diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê ya ku dê 25ê Îlonê de were lidarxistin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi hûrgilî  rawestîya ye û sedemên wê zelal kiriye.

Barzanî bal kişandîye li ser wê yekê ku referandûm mafekî şerî û siruştî ya gelê Kurdistanê ye û pêwîst e hemû aliyek rêz li wê daxwaz û mafê gele Kurdistanê bigirin û tekez jî li wê yekê kirîye ku; "gelê Kurdistanê li rêya diyalog û bi aştiyane rêya serbixweyî û mîsogerkirina mafên xwe bi ber girtiye û ew rê jî take mîsogeriya berbest danîna li ber dubarebûna kêşe û gengeşeyên bi xwînî ye."

Herwiha di daxuyaniya seroktîya Herêma Kurdistanê de de hatîye eşkerekirin ku Konsulên welatên erebî, di civînê de ragihandine ku bi hûrgilî guh dan têbînî û ronahîkirinên Barzanî û hevsoziya xwe ji bo xebat û qurbanîdan û daxwaza gelê Kurdistanê derbirîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin