Barzanî li 53.mîn Konfransa Ewlekariya Munchenê ye

Barzanî li 53.mîn Konfransa Ewlekariya Munchenê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi vexwandineyekî fermî tevî şandeyekê li 53.min Konferansa Ewlekarî ya Munchenê ye.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Munchenê ya Almanyayê li gel Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis hevdîtinek pêk anî.

Herweka Barzanî li gel şanda Ermenîstanê ya di bin serokatiya Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Eduard Nalbendyan de jî civînek pêk anibû.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi vexwandineyekî fermî tevî şandeyekê li 53.min Konferansa Ewlekarî ya Munchenê ye.

53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê îsal ji 17ê Sibatê dest pê dike û dê heta 19ê Sibatê berdewam be. Di konfransa îsal de 30 serokên dewletan û 80 wezîrên derve û berevaniyê yên welatên giring ên cîhanê û şandeke kongreya Amerîkayê jî beşdar dibin.

Herwiha di konfransa îsal a Munchenê de, Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres, Serokê Encumena Ewropayê Donald Tusk û Sekreterê NATOyê Jens Stolenberg jî beşdar dibin.

Di 53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê de, dê mijarên weke pêşeroja pêwendiyên navbera welatên atlantîk û endamên NATOyê bi taybet piştî hilbijartina Donald Trump weke Serokê Amerîkayê, Hevkariyên navbera dewletên Ewropayê di warê ewlekarî û berevaniyê de, pêwendiyên bi Rûsya re, şerê li Sûriyê û herwiha rewşa ewlekariyê li Asya-Pasîfîkê û şerê zanyariyên ji aliyên beşdarbûyan ve werin gotûbêjkirin.

Konferansa  Ewlekarîyê ya Munchenê ji sala 1963ê vir ve hersal dihê çêkirin. Mesrefên Konferansê ji alîyê hukûmeta federal û hukumeta Bavyera û Birêvebirîya Wilayeta Munchenê ve dihê temîn kirin û gelek rêxistinên şexsî û waqif jî alîkarîya lojistik û malî didin. Çûyinên Konferansê di navbera milyon û du milyon euro de ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin