Barzanî: ”Kurdên diaspora rabin ser piyan!”

Barzanî: ”Kurdên diaspora rabin ser piyan!”

Daxwaza hevkariyê gelên wan welatan bikin abluqeya li dijî gelê me bi zûtirîn demî de rabigrin

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beyanekê derxistiye û Ew daxwaz ji hemû Kurdistaniyên nîştecihên Ewrupa û Amerîka dikie ku bi awayeke yasayî û aştiyane ji bo palpiştîkirina gelê Kurdistanê, xwepêşandan û çalakiyên medenî encam bidin û daxwaza hevkariyê gelên wan welatan bikin ku têda nîştecihin ku ev şer û abluqeya li dijî gel heye bi zûtirîn demî de rabigrin.

Beyana serokê Herêma Kurdistanê ji bo kurdên Kurdên cihanê:

Cemawerê serbilindê Kurdistanê
Kurdistaniyên derveyê welat

Raya giştî ya cîhanê

Piştî wê yekê ku gelê Kurdistanê bi awayeke aştiyane te'bîra raya xwe kir li diyar kirina çarenivîsê, ku mafekî asayî û xwezayî û siruştiya her gel û neteweyeke, niha gelê me ketiye ber êrîş û abluqe û sizadana bi komel. Hikumeta Iraqê jî bi navê ferzkirina yasa wiha mijulî sizadana mîlleteke ku tenê raya xwe derbiriye û hîç tawanekî nekiriye. Ew sizadana ku li dijî gelê me heye binpêkirina hemû sinoran û yasa û destura Iraqe û heman demî de dixwazin îradeya xwe bi zora çek û şer li ser gelê me da bisepênin û rûmeta gelê me bişkînin. Eve jî bûye sedema têkdana jiyana xelk û koçberbûna zêdetirê sed û pencih hezar kesan.

Li vir da muxatebên wîjdana gelên cîhanê û raya giştî û azadîxwaz û rewşenbîrên seranserê cîhanê dikim ku piştevanê gelê Kurdistanê bin û rê li jenosayd û karesatekî nû bigrin ku li ser gelê me da tê û guşarê bixin ser hikûmetên xwe û navendên biryar bo ku bêne deng li ser vê zulm û sîtema ku li gelê Kurdistanê têkirin. Ji ber ku ew hikûmet ji ber berjewendiyên xwe, qurbaniya xelkê Kurdistanê û Pêşmergeyan ji bîr kirine ku li şerê terorîstên Da'îş bexşîne û li şûna hemû cîhanê ber singê rêxistina terorîstî ya Da'îş girtibû û me bi hezaran şehîd û birîndar bi wê navê de da. Ji bo wê yekê daxwaz dikim rê li vê şer firoştin û kuştar û binpêkirin û koçber kirina xelkê bigrin ku hikûmeta Iraqê li rêya mîlîşiya û hêzên xwe ve bi hevkarî û rênimayiyên derekî li dijî Kurdistanê encam dide.

Her li vir da daxwaz ji hemû Kurdistaniyên nîştecihên Ewrupa û Amerîka dikim ku bi awayeke yasayî û aştiyane ji bo palpiştî kirina gelê me, xwepêşandan û çalakiyên medenî encam bidin û daxwaza hevkariyê gelên wan welatan bikin ku têda nîştecihin ku ev şer û abluqeya li dijî gelê me bi zûtirîn demî de rabigrin. Daxwaz dikim dengê mezlumiyeta Kurdistanê û peyama aştîxwazaneya gelê me bi cîhanê rabigihînin.

Mesûd Barzanî
20.10.2017

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin