Barzanî: ”Holand helwesteke merdane û mirovdostane ji bo xwe û gelê xwe tomar kir”

Barzanî: ”Holand helwesteke merdane û mirovdostane ji bo xwe û gelê xwe tomar kir”

Holand: “Tiştekî girîng li vir heye, ku hemû pêkhat û ol ji alîyê pêşmerge ve tên parastin û ev cihê balkêşiyê ye.”

A+A-

Serokê Fransa François Holand û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî hevdîtinan û serdana cepheyê çiyayê Zertekê û Misul û derûdora wê konfranseka rojnamevaniya hevbeş li dar xistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di axaftina xwe de got: “Cara yekem, cenabê we di demekê de serdana Kurdistanê kir, ku Kurdistanê ketibû ber êrişa dirrindetirîn rêxistina terorîstiya cîhanê û şer li paytexta me gelek nêzîk bû. Di wê demê de cenabê we risk girti û hûn hatin, ku ev jî piştgiriyeke gelek mezin bû ji bo me û we helwesteke merdane û mirovdostane ji bo xwe û gelê xwe tomar kir.”

Mesûd Barzanî got: “Piştî nêzîkî 2 sal û nîvan, careke din we em serbilind kirin û we kerem kir û hatin û em di xizmeta we de bûn li çeperan li Çiyayê Zertekê û me berê xwe da Mûsil û derdora wê. Ev yek hêsan nebû, belku bi xwîna şehîdên qehreman ên Pêşmerge û piştevaniya hêzên hevpeymanan bû, ku Fransayê roleke bingehîn didît di wê hevpeymaniyê de.”

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe “Rast e ku niha şer li nav cergeya DAIŞê ye, lê belê nayê wê wateyê ku eger DAIŞ ji aliyê leşkerî ve şikest, dê şerê DAIŞê û gefa terorê dawî pê bihê. Renge di bin navên din û perdeyên din de em rûbirûyê terorê bibin, her ji ber wê jî ew alîkarî û ew hevpeymanî pêwîst e berdewam be.”

Serokê Fransa François Holand jî axaftina xwe de got: “Ew îro çûn wan navçeyên ku bi azayetî û xwîna Pêşmerge rizgar bibûn. Ew serbilind in bi erkê ku Pêşmerge encam dide û pêwîst e bi hev re derbarê nehêştina terorê kar bikin, ji ber ku ew ne tenê erkê Pêmerge ye û erkê wan hemûyan e û Fransa beşdariyê di operasyona rizgarkirina Mûsilê dibe û pêwîst e plana me bo pêşeroja Mûsilê hebe.

Holand herweha got: “Tiştekî girîng li vir heye, ku hemû pêkhat û ol ji aliyê pêşmerge ve tên parastin û ev cihê balkêşiyê ye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin