Barzanî: "Ew beşeke ji berxwedana gelê me ye"

Barzanî: "Ew beşeke ji berxwedana gelê me ye"

Ji bo gelek ku hê jî li qonaxa bergirî û parastina nasnameya xwe da bê, erkê yekema medyakaran eweye ku rola wan li bilind kirina hişyariya neteweyî û pêkvejiyan û xweşdiviya nîştiman de hebê.

A+A-

Bi armanca salvegera 118.mîn a yekem rojnameye Kurdî ku her sal 22ê Nîsanê wek roja rojnamevaniya Kurd tê bibîranîn û pîroz kirin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek belav kir.

Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê peyama Serokê Herêmê waha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta 118. salvegera derçûna yekem rojnameya Kurdî (Roja Rojnamegeriya Kurdî) û heman demî de hejdehemîn salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, pîrozbahiyê li Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û medyakar û rojnamevanên Kurdistanê dikim.

Rojnamegeriya Kurdî li qonaxên cûda cûdayên xebata gelê me da li dijî dagîrkerî û dîktatoriyê rawestaye û beşek bûye ji berxwedana gelê me.

Niha jî ku welatê me bi hestiyartirîn qonaxê da derbas dibe û li ber derfet û berengariyeke mezin daye, erkê medyakarên Kurdistanê bi qelemên xwe û rûyekî Pêşmergane bergiriyê li gel û welatê xwe bikin û rê nedin dîroka şoreş û berxwedana gelê Kurdistanê çewaşe kirin û hewla nehezan yên ji bo belavkirina bê hêvî û bê îradeyî li nav xelkê Kurdistanê de ser bigrê.

Her wiha li demek da Pêşmergeyên Kurdistanê li sengerên bergiriyê da bi wê cangoriya bê wêne ve bergiriyê li ax û gelê me dikin, terorîst bi sûd wergirtina li teknolojiya zanyarî û hemû cûreyên medya, şerê derûniyê li dijî xelkê Kurdistanê û Pêşmerge dikin. Pêşmerge û xelkê xweragirê Kurdistanê jî wê hêviyê ji medyakarên xweşdiviyên Kurdistanê heye ku li beranber vê hewla terorîstan rawestin û bibin beşekî bi bandorê bereya rûbirûbûna teror û hizra tundrewiyê.

Xweşbextane li salên derbasbûyî da bi sûd wergirtina ji pêşketinên bi lez yên gihandina zanyariyê, ragihandin û rojnamegerî li Kurdistanê jî pêşketineke baş bi xwe ve dîtiye û karê rojnamegerî li Kurdistanê da hengavên baş avêtiye bi beramber li gel welatên navçeyê li rûyê azadî û nebûna astengiyên ji bo karê rojnamevaniyê medya û rojnamevanî li rewşeke gelek baş daye. Ji bo gelek ku hê jî li qonaxa bergirî û parastina nasnameya xwe da bê, erkê yekema medyakaran eweye ku rola wan li bilind kirina hişyariya neteweyî û pêkvejiyan û xweşdiviya nîştiman de hebê.

Dûbare pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên azîzên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

22.04.2016

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin