Barzanî: "Em nikarin 14 salên din li benda referandûmê bimînin"

Barzanî: "Em nikarin 14 salên din li benda referandûmê bimînin"

Hevpeyvîneke taybet a Serokê Herêma Kurdistanê Bazanî li gel kanala TV a France 24

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke taybet a li gel kanala televizyoniya France 24 a Fransayê de, li ser gelek mijarên giring ên têkidlarî rewşa Başûrê Kurdistanê û deverê axiviye.

Di vê hevpeyvînê de, Mesûd Barzanî ragihandiye, referanduma serxwebûna Kurdistanê dê di roja 25ê Îlona îsal de were lidarxistin.

Di bersiva pirsyara, “gelo rêveberiya Donald Trump daxwaz ji we kiriye, ku giştpirsiyê bo piştî hilbijartinên Iraqê di Adara 2018ê de paş bixin?”, Mesûd Barzanî di bersivê de tekez kiriye, ku biryara referandumê bi ti awayî veger tê de tine ye.

Barzanî wiha dibêje: “Hin nêrînên dij derbarê wê mijarê hene. Lê belê ji aliyekê din ve em dikarin nêrîna xwe ya taybet derbibrin. Derbarê wê referandumê de, bi baweriya min em nikarin 14 salên din li bendê bimînin, ne mimkun e ku em zêdetir li bendê bin.”

Barzanî derbarê rêgirîkirina ji giştpirsiya li Başûrê Kurdistanê de jî hişyarî daye û gotiye, her hewlek ji bo rêgirîkirin ji encamdana giştpirsiyê yan şikestê pê anîna wê, dê bibe sedema karesatê û tekez kiriye, ku li pey wê yekê metirsiya şerekî xwînbar heye.

Berpirsên Herêma Kurdistanê çendîn caran ragihandine, ku ew dixwazin mijara referandumê bi rêya diyalogê li gel hikmeta Iraqê çareser bikin, çimku bi gotina wan berpirsên Kurdistanê, ew dixwazin Hewlêr û Bexda du cîranên baş ên hev bin.

Serokê Herêma Kurdistaê di beşeke din a hevpeyvîna bi France 24 de tekezî li ser heman xalê kiriye û gotiye, ku ew dixwaze bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re li ser vê yekê bigihîje rêkevtinê, lê belê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku danûstandinên wan li gel Bexdayê vekirî namînin.

Mesûd Barzanî hişyariya wê yekê jî daye, ku eger Bexda esmanê Herêma Kurdistanê dabixe yan artêşê bişîne ser Kurdistanê, dê Kurdistan jî bêdeng nemîne û hêzên pêşmerge bê bersiv namînin.

Derbarê hilbijartinên Parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî, Barzanî dibêje, piştî birêveçûna giştpirsiyê her di demek zû de her du hilbijartin birêve diçin û amaje bi wê jî kiriye, ku ew xwe ji bo serokatiya herêmê berbijêr nake.

Li ser şerê Mûsilê jî, Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, ku operasyona leşekrî ya Mûsilê di demek nêzîk de bi şikesta DAIŞê li vî bajarî dawî pê tê, lê belê bi gotina wî, qonaxa piştî şer û vegera aramiyê bo bajêr û şêweya rêvebirina Mûsilê û derdora wê, bi awayekê baş plan jê re nehatiye danîn.

Barzanî daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletiya li Dijî DAIŞê jî dike, ku piştî kontrolkirina Mûsilê li vî bajarî bimînin, da ku rê ji derkevtina komeke din a weke DAIŞê bigirin, ku şûna wê rêxistina bigire.
rudaw

Orjinala hevpeyvinê

http://www.france24.com/fr/20170620-irak-hommage-president-kurdistan-irakien-journalistes-mort

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin