Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Barzani, Ebas, Pugedement û heft rengiya dewletên rojava

A+A-

Mesud Berzani, Mehmud Ebas, Carles Pugedement û heft rengiya dewletên rojava

 

Jiyan didome.

Lê jiyana siyasetmedaran bi şiklekî din didome.

Biryarek wan, wêrekî û newêrekiya wan dibe sedema qedera wî welatî/wê erdingeriyê. 

Serokê Amerikayê Donald Trump ji bo Qudsê biryarek da. Emê bandora vê biryarê û encamên wê di rojên pêş xwe de bibînin.

Di wîtrînê de her kes ji vê biryarê aciz e. Lê di nav xwe de piraniya wan vê biryarê mafdar dibinin.

Sedema vê çi ye?

Siyaset e... 

Heqî û neheqîya wê li aliki Donald Trump sozek dabû. Li gor wê soza xwe ji gav avêt.

Her gav û her soz li dûv xwe şopa kiryarên xwe dihêlin

Di nirxandin û encam derxistinê de dirok deyndarê wêrekiya wan biryar û soza ne.

Biryara heri xerab celadê du dilî û tirsonekiyê ye. 

Bi bûyerên dagirkirina Kerkûkê û wek paytext naskirina Qudsê fêrî tiştek bûm...

Dixwazin hûn serok bin, hûn siyasetmedar, rewşenbîr û qomitanekî navdar bin; navê we Barzanî, Kosret , Trump, Putin, Netinyahu, Ebas,Pugedemont û yeki din be; dirokê li gor kiryarên we wê qîmetê bide we.

Navê we kare bi tipên zêrin jî were nivisandin, hûn karin wek fîguranekî jî bimînin.

Donald Trump wek paytext Quds nas kir.

Reaksiyona herî tund Tirkiyeyê nişan da.

îthamên "Teroristi"yê û mesajên " Ahlakê" çûn û hatin.

Ji xeynî kurdan herkes hesabê xwe û berjewendiya netewa xwe dizane.

Bûyera Filistinê ji bo Hikumeta Tirkiyeyê bû bihn vedanekê.

Lewra rewşa gendeliyê,Daweya Zarab Hikûmeta Erdogan xistiye tengasiyek mezin. Di şikil û tarifa daxuyaniyan de jî xwe didin dest.

Di vê daxuyaniya li jêr de navê İsrailê hebû min ew jê derxist. 

"Dewleta ...........dewleteke daigrkeriyê ye. Niha bi polîsên xwe, bi hêzên xwe li ciwanên wir, li zarokên wir dide. Bi F16an êrîşî wir dike. Çima? Dibêje ez bihêz im. Lê bihêzbûn nayê wê wateyê ku tu mafdar î. Yên heq bihêz in."

Ev daxuyaniya li jor tarîfa kijan dewletê dike?....

Ka li Tirkiyê reklamek navdar hebû "Em hemû Banqa Osmaniyane. Ferqa me ji hev tune ye"

Herkes bi rojeva xwe mijul e..

Bi kurtasi helwesta we dikare we“wezir” an jî ''rezîl” bike. Qîmeta we di dest we de ye.

Di nav sê mehan de sê bûyer û sê helwest.

Katalonya, Kurdistan û Filistîn.

Mesud Barzanî-Kosret Resûl û Carles Pugedemont, Ebas.

Neheqîyê li wan nekim...

Gelê Katalonya gelekî mazlûm e. 

Wekî Kurdistanê demekî drêj e têkoşîna wan a Serxwebûnê didome.

Û disa her çiqas revebiriya li dijî dewlet bûyina Kurdistanê derketin jî gelê Filistinê îi gelekî mazlûm e.

Piraniya dewletên rojava li hemberî gelên bindest û mazlum du rû ne.

Ev durutî ji di nav xwe de du beş in.

Çavên xwe ji Tanqên ku erîşî Kerkûkê kirin girtin.

Çend roj piştî wê me bi hev re dît dema Serokê Katalonya hat paytaxta Yekitiya Ewrupayê, rastî muamelak çawa bû. Di der heqê Serokê Katalonyayê birayara girtinê hebû. Formûlek jêre ditin û wî li Brukselê hiştin.

Vaye çend roj berê biryarek din dan. Biryara girtina hin siyasetmedarên Kataloni iptal kirin.

Di mesela Qudsê ji helwesta wan li holê ye.

Tenê di mesela Kurdistanê de sextekar in... 

Çavên xwe ji dagirkirina Kurdistanê re digrin. 

Aktuel Kerkukê teslimi neyarên me kirin.

Derket holê ku di beyanên xwe yî "azadî û demokrasîyê "de du rû ne û di warê azadiya miletan de hemû daxuyaniyên wan"bê bingeh in"

Bi tayibetî ji li hemberî welatên wek Kurdistanê.

Jiyan didome...

Li Kurdistanê bi şiklekî din didome.

Me ''erdhêjek -zelzeleyek” bi bandora 8.9an derbas kir.

Ji alî piskolojî û moralê me zerarek mezin dît.

Devletên Rojava ne tenê "du rû" heft rû ne, tenê berjevendiya xwe difikirin.

Amerikayê Qudsê wek paytext naskir.

Lê daxuyanîya Wezîrê Berevaniya Amerikayê "Referanduma Kurdistanê alozî çêkir" hîn di bira me de ye.

Wek paytext naskirina Qudsê ji aloziyê bêtir bû bombeyek û ket himbêza Rojhilata Navin.

Jiyan diherike

Kiryar û camerî her dimînin.

Vê care nebû carek din…

Nebû yeka din. 

Kurdistanê ewê her bi şiklekî azad û xwedî dewlet be.

Bi xwe ez bi sosreta 8.9an fêrî tiştek bûm; jiyan dersdarekî mezin e.

Divê di bûyerên ku qedera miletê we tayin dike hûn hevkarên xwe baş binasin û hesabên xwe pir baş bikin. 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar