Barzanî: Divê Hikûmeta Iraqê bizane ku gel dê van şertan qebûl neke

Barzanî: Divê Hikûmeta Iraqê bizane ku gel dê van şertan qebûl neke

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî li bajarokê Davosê ya ku ji bo beşdarbûna 50yemîn Korbenda Aborî ya Cîhanî lê ye di panêla "Rojhilata Naverast a Nedîyar" axivîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan-Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî li bajarokê Davosê ya ku ji bo beşdarbûna 50yemîn Korbenda Aborî ya Cîhanî lê ye di panêla "Rojhilata Naverast a Nedîyar" axivîye.

Barzanî derbarê xwepêşandanên dijî hikûmeta Iraqê yên ku ji 1ê cotmehê ve berdewam in de nirxandin kirin.

Serokê HKÎyê Barzanî got, "Iraqa berîya 1ê cotmeha 2019an û ya piştî wê dê weke hev nebe. Pêdivê rayedarên Iraqê baş bizanin ku gelê Iraqê naxwaze vegere şert û mercên berîya 1ê cotmehê û dê wan şertan qebûl neke."

Barzanî herwiha got, Tiştên ku li deverên din ên Iraqê diqewimin, em jê ne dûr in, çimkî em jî parçeyek in ji Iraqê. Helbet pêşhatên li wêderê diqewimin bandorê li me jî dikin.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin