Barzanî: "Dijmin li hember Pêşmerge çokê datîne"

Barzanî: "Dijmin li hember Pêşmerge çokê datîne"

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di derbarê 50 salîya salvegera şerê Hendirîn de di 12.05.2016ê de beyanek belav kiriye

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di derbarê 50 salîya salvegera şerê Hendirîn de di 12.05.2016ê de beyanek belav kiriye, li gor malpera resmî ya http://www.presidency.krd/kurdil beyan weha ye:

"Îro 50. saliya salvegera zêrîna şerê Hindirêne û li cangoriya Pêşmerge û xweragiriya gelê me de rojekî dîrokiye. Li 12.05.1966 da hêzên Pêşmerge serkeftinekî bi rûmet li ser hêzên pir çekên zemînî û asmanî ya dijmin li devera Rewanduz tomar kir ku ew hêz ji bo ji navbirina serkirdayetiya şoreşê êrîşî navçeyê kiribû. Li şer da li çiyayê hindirên û Zozik û Korek û Gera Emerdaxa, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi beşdariya Pêşmergeyên Partiya Komînîst(Hizba Şu'î) bi pêkve, destanekî qehremanane tomar kir û hêza dijmin li ber yek hilweşand. Li vê şerê da Lîwaya Çara Cebelî û Lîwaya Yek û Lîwaya Sêya Artêşa dijmin bi tevahî hate têkşikandin.

Ev qehremaniya Pêşmerge, plana metirsîdarê dijminên Kurdistanê şikand û serkeftinekî mezin û li xebata rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de werçerxanek bû ku bandoreke siyasî li pişt xwe bi cîh hişt û bingehê ji bo agirbestê rexsand.

Bîranîna vê destanê bilind radigrîn ku li dîroka gelê me de rûpeleke bi rûmete. Li salvegera bîranîna pêncih saliya destana Hindirên de silav ji bo giyanê pakê şehîdên vê destanê dişînîn ku xwîna xwe ya pak çiyayên xwe rengîn kirin û herdem wekî stêreke geş li asîmana xebata gelê Kurdistanê bi navê azadiyê da dimînin. Silav li giyanê pakê wan Pêşmergeyên aza û xebatgêran ku beşdarî vê destanê bûne û niha li nav me da nemane û destê wan Pêşmergeyên serbilind destana Hindirên diguvêşim ku hê jî li jiyanê da mane û her bimînin ji bo Kurd û Kurdistan. Serkeftinên niha ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li beranber terorîstan û nehezan berdewamiya heman qehremanî û berxwedane ku Pêşmerge li qonaxên cûda cûda yên şoreş û xebatê da nîşandaye û dijmin li her berg û rengek da bê, li beranber azayetiya Pêşmerge çokê datîne."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin