Barzanî di Foruma Aborîya Cîhanê de bi serok û wezîrên welatên cuda re hevdîtin pêk anî

Barzanî di Foruma Aborîya Cîhanê de bi serok û wezîrên welatên cuda re hevdîtin pêk anî

Serokê Komara Azerbaycanê Serok Barzanî vexwend ji bo serdana welatê xwe

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî li bajarê Swisrê li Davosê di Foruma Aborîya Cîhanê de bi serok û wezîrên welatên cuda de hevdîtin pêk anî. Di 17.01. 2017ê de bi cigirserokê DYA Joe Biden re hevdîtin li dar xist.

Roja çarşem 18.01.2017 li duyem roja çarçoveya hevdîtinên Foruma Aboriya Cîhanî ya Davos, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li dû hevdîtinên cûda de li gel birêz Îlham Alîyev Serok Komarê Azerbaycanê û Mark Rutte Serok Wezîrê Holanda civiya.

Êvariya roja çarşemê Serok Barzanî li gel Mark Rutte Serok Wezîrê Holanda û şanda li gel civiya. Li hevdîtinê de ku birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, balkişandin li ser serdana xwe ya li meha tebaxa sala derbasbûyî ya Herêma Kurdistanê û serdana her dû Wezîrê Berevanî û Pêşxistina welatê xwe ya Hewlêrê li heftiya yekema îsal kir û tekez li ser pêşxistina peywendiyên her dû aliyan kir û amadehiya welatê xwe ragihand ku Holanda amadeye ji bilî li warê serbazî û meşqkirina Pêşmerge, li warên din da jî peywendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê pêş bixe.

Her li vê civînê de Serok Wezîrê Holanda pîrozbahiyê li Serok Barzanî û Pêşmerge kir ji bo serkeftinên dijî terorîstên Da'îş û berev pêşveçûnên operasyona azadkirina Musil û qonaxa piştî azadkirina Musilê xistin ber behs.

Li civînê de Serok Barzanî ji bilî derbirîna spasiya gel û Hikûmeta Holanda ya ji bo hevkarî û piştevaniya wan ji bo Kurdistanê, di derbarê qonaxa piştî azadkirina Musilê, ragihand ku pêwîste îdarekirina wan navçeyan bi cûreyek bê ku pêkhat, bi taybetî ewên li ser destê Da'îşê ziyanê dîtine, hest bi aramî û dilniyayiyê bikin.

Her êvariya roja çarşem 18.01.2017 li çarçoveya hevdîtinên Korbenda Davosê, Serok Barzanî û Îlham Aliyev Serok Komarê Azerbaycanê civiyan.

Li hevdîtinê de Serok Komarê Azerbaycanê behsa peywendiya dîrokiya di navbera wan her dû gelê Kurdistan û Azerbaycanê kir û tekez li ser pêşxistina peywendiyan kir û behsa sûdwergirtina ji wan peywendiyên dîrokî ji bo binyadnana peywendiyên di navbera Komara Azerbaycan û Herêma Kurdistanê kirin, bi taybetî jî li warê bazirganî û aboriyê de.

Li hevdîtinê de Serok Komara Azerbaycanê Serok Barzanî vexwend ji bo serdana welatê xwe û her wiha behsa serdana şanda li navbera her dû aliyan kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin