• Diyarbakır 10 °C
  • Batman 14 °C
  • Hakkari 6 °C
  • Şırnak 10 °C
  • Ağrı 2 °C

Barzanî careke din lome li Amerîkayê kir

Barzanî careke din lome li Amerîkayê kir
Bruce Riedel

Di payîza îsal de, kurdan di doza serxwbûnê de şkestineke mezin xwarin, ku ev şkestina herî mezin a 25 salên dawî bû. Serkirdeyê kurd Mesûd Barzanî dest ji kar kişand û lome li Amerîkayê kirin, ku Amerîkayê alîkarî nedaye gelê kurd. Dest jikarkişandina Barzanî nexweş bû lê encamekî aşîna bû. Her jiyanî Barzanî bixwe şahidê dubarebûna vê modêlê ye. 

Barzanî yekemîn car di 31ê Tîrmeha 1992ê de serdana Koşka Spî kir. Wê demê ez di Civata Ewlekariya Nîştîmanî ya Amerîkayê de rêveebrê beşa karûbarên Kenda û Başûrê Asyayê bûm. Lewma karê birêvebirina vê serdanê jî li ser milê min bû. Hêj sal û nîvek bi ser rizgarkirina Kuweytê re derbas bibûn û Serok George H.W. Bush dihate rexnekirin, ku hiştiye Saddam Husên li ser desthilatê bimîne. Hinceta Bush ew bû, ku desthilata Amerîkayê nîne here nav Bexdayê û desthiladarên Iraqê ji ser kar bixe. Ji bilî vê yekê, dagirkirina Iraqê dê Amerîkayê bixe nav çîravekî bê binî. Lê vê hincet û argumana Bush nekarî rexneyên li hember xwe bêdeng bike.

 Barzanî yek ji wan 6 serkirdeyên mûxalefeta Iraqê bû, ku ji bo Koşka Spî hatibû vexwendin. Ew ji hemûyan zêdetir cihê baweriyê bû lê razîkirina wî ji yên din tevan zehmetir bû. Barzanî di seranserê geşta xwe de bi guman li niyet û armanca Amerîkayê meyze kir. Ew di odeya Roosevelt de weke mirovekî dorpêçkirî rûniştibû û dizanî ku nabe li pey bangawaziya agahdarkirinê ya Amerîkayê ve neçe lê dizanî, ku agahdarî û hişyariyên Amerîkayê dê bibin xapîneke bi karesat. 

Bêguman ne zehmet bû, ku mirov vê dudilî û baldarbûna Barzanî fêm bike. Bavê wî Mistefa Barzanî, di destpêka salên 1970ê de serkirdetiya serhildana gelê kurd kir li dijî Bexdayê. Şahê Îranê, CIAyê û îstîxbarata Îsraîlê Mossadê jî bi nêhînî piştgirî dane serhildanê. Berovajiyê hemû ereger û mezendeyan, kurdan karîn artêşa Iraqê ji piraniya Kurdistanê derbixin.

 Di 1975ê de Şahê Îranê, li gel Saddam Husên li ser sînorên nakok rêkeftinek îmze kir û kurd avêtine nava karesatekê de. Amerîkayê jî ji bilî mişextîkirina cihekê bi ewle yê Barzanî, ti alîkariyek neda kurdan. Kurdan ji ber baweriya xwe ya li hevpeymanên xwe, bacekî pir giran dan. Barzanî rojên dawîn ên jiyana xwe, li bakûrê Virginiayê di mişextê de derbas kir. Henry Kissinger (Wezîrê derve yê berê yê Amerîkayê) ew gotinên xwe yên navûdeng got, “dest ji kurdan berdin” û herwiha got, “nabe çalakiyên nihênî û karên mîsyoneriyê tevlîhev bibin.”

 Di salên 1980yê de kurdan milbimilê Îranê beşdarê şerê Îran û Iraqê bûn. Dema şer bidawî bû, Saddam Husên ji rejîma 1974ê bi dirindetir û xoftir derket. Dîsa Washingotnê ji bo kurdan ti tiştek nekir. Bi hezaran kurd hatine kuştin û bi deh hezarên din jî neçar kirin di kampên Saddam de di bin şertên zor û zehmet de bijîn. Rêveberiya Reaganê li dijî Îranê li gel Sadam di hemahengiyê de bû û lewma ti tiştek nekir.

 Di sala 1991ê de, piştî şerê Kuweytê, li ber çavê Serok Bush serhildanekî din ê kurdan hate têkbirin. Bi sedhezaran kurd, ber bi hevpeymanê NATOyê Tirkiyê ve reviyan. Vê carê jî Koşka Spî bi awayekî ne ji dil, destwerdana herêma dijî firînê ya li bakûrê Iraqê kir. Operasyona Misogerkirina Aramiyê, li ser sînorê Tirkiyê ji bo kurdan herêmeke ewle ava kir. Kurdan jî bi awayekî kirdarî ev yek ji bo avakriina dewleteke biçûk berfireh kirin.

 Dema Mesûd Barzanî hate Koşka Spî, li gel xwe de mîrateyekî vê modêla bi xiyanet a Amerîkayê hilgirtibû. Şêwirmendê Ewlekariya Nîştîmanî yê Bush, general Brent Scowcroft mêhvandariya vê civînê dikir û pir bi hûrgûliyan ve haya wî ji vê paşerojê hebû. Weke Barzanî ew jî ji vê civînê ne razî û ne rehet bû. Scowcroft bi caran tekez kir, ku Amerîka piştgiriyê dide yekparçebûna xaka Iraqê û di gotinên xwe de kodên li dijî serxwebûna kurdan anî ziman.

 Dirûşma “yekparçebûna xaka Iraqê” amajeyek bû ji bo nexşeya jeopolîtîk a ne rewa ya Rojhilata Navîn. Hemû cîranên Iraqê li dijî serxwebûna Kurdistanê bûn, ji ber ku ew bi xwe jî xwediyê şêniyên kurd bûn. Cîhana erebî jî bi tundî li dijî serxwebûnê bûn, çimkî ditirsiyan, ku ev yek ji bo kêmeneteweyên li welatên wan jî bibe handanek. Rêveberiyên din ên Amerîkayê jî yek li pey ya din, çi Demokrat û çi Komarîxwaz li ser heman nêrînê man.

Di Nîsana 1993ê de, salek piştî civîna Scowcroftê, vê carê Cîgirê Serok Bush, Al Gore mêhvandariya heman grûba mûxalîfên Iraqê kir. Civîn li ofîsa berê yê rêveberiyê ya Al Gore birêve çû. Vê carê jî Barzanî bi dudilî beşdar bû, ku di hemû wêneyan de rûyê xwe tirş kiribû. Pir eşkere bû, ku gumanên wî hene. Di wêneyan de jî rûçikê wî bi xem û hişk bû.

Di sala 1994ê de min li gel çend berpirsên amerîkî serdana herêmên li dijî firînê kir. Navçe di bin gefa Saddam Husên de bû lê Serok Bill Clinton dixwest hevsoziya xwe ji bo mûxalefetê nîşan bide. Mesûd Barzanî mêhvandarekî dest û dilvekirî û merd bû. Lê dîsa jî gumanên wî ji Amerîkayê hebûn. Em bi helîkopterekî hêzên Desteberkirina Aramiyê çûne Kurdistanê û vegeriyan. Piştî du hefteyan, heman helicopter ji aliyê firokeyên amerîkî ve bi xeletî hatine xistin.

Lê li gorî xwe fêlên Barzanî jî hebûn û di Tebaxa sala 1996ê de li gel Saddam rêkeft û rê da artêşa Iraqê da ku werin Hewlêrê da ku dijberên Iraqê bikujin û li dijî rikberê xwe yê hertimî Celal Talebanî bihêz bibe. Bi dehan dijberên Iraqê hatine kuştin. Amerîkayê vê carê jî li temaşeyê rewşê kir û ji bo sekinandina van kuştinan ti tiştek nekir.

 Rêveberiya Clintonê di salên piştre mijûlî aştkirin û danûstandina du rikberên kurd ve mijûl bû. Talebanî kesayetekî din ê kurd bû, ku beşdarî civîna Scowcroftê ya Tîrmeha sala 1992ê ya li Koşka Spî bibû. Ew hinde bextewer bû, ku yekemîn pêngava wî ya li Washingtonê serkeftî be, wê sibê ji şahiyan canta xwe ji bîr kir, ku nasname û pasaporta wî jî di nav de bû. Lewma dema gihişte cem endamên îstîxbaratê, ji box we nasandinê ti belgeyek cem nebû. Ez bixwe bûme navbeykar û min ew piştrast kirin, ku Talebanî iraqî ye, ti kartekî bankayê jî li gel nîne û ne mirovekî metirsî û gef e.

 Her çend li cem siyasetmedarên Rojhilata Navîn dest jê berdan ti caran weke bijardeyek nehatibe dîtin jî lê we diyar e, ku Mesûd Barzanî bi niyete karê xwe yê siyasî bidawî bike. Piştî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê, ku gelek aliyan pêşniyar dikir neyê kirin, Barzanî dît, ku rejîma Bexdayê careke din dest danî ser bajarê Kerkûkê û wan kêlgehên petrolê, ku pêwîstiyên kurdan pê hebûn. Serkirdetiya Barzanî careke din di wê kêliyê de hêviyên kurdan paşxist, ku gihiştibûne lûtkeya serkeftinê. Bi şêweyekî berfireh alîgirên wî pişta xwe didin Barzanî û hê jî ji bo wî wefadar in.

 Îranê ev bobelata li dijî Barzanî saz kir. Koşka Spî li hember plana Îranê pir hêdî û xav bû. Îranê di vê manora xwe de ji Amerîkayê bir. Ceribandina yekemîn a stratejiya Trump a li dijî Îranê, bi serkeftina Ayetullah û Supaya Pasdarên Îranê bi encam bû, nîştecihên Iraqê yên alîgirên Amerîkayê, çoka xwe danîn erdê.

 Barzanî careke din lome li Amerîkayê kir, ku pişta xwe da kurdan. Ew çekên ku Amerîkayê dabûn, ji aliyê hêzên iraqî yên piştgirê Îranê ve, li dijî kurdan hatine bikaranîn. Belgeyeke din ketine destê Barzanî. Çawa ku di şerê li dijî Sadddam û El-Qaîdeyê de kurd hevpeymanekî sereke bûn, heman awayî di şerê DAIŞê de jî bûne hevpeymanekî navendî û sereke. Lê bi dehan sal e Amerîka siyaseta xwe ya li hember kurdan berdewam kir. Mesûd Barzanî bi heq bû.
rudaw- (Çavkanî: Malpera Peymangeha Brookings)

 Bruce Riedel kî ye?

 Bruce Riedel li Peymangeha Brooking lêkolîner û rêveberê rojeyên îstîxbaratî ye. 30 salan li CIAyê kar kiriye û di sala 2006ê de malnişîn bûye. Şêwirmendê bilind ê karûbarên Rojhilata Navîn û Asyayê yê 4 serokên Amerîkayê bûye.

Ev nûçe 573 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din