Barzanî bo Rojava: Em amade ne bo her cureke alîkariyê

Barzanî bo Rojava: Em amade ne bo her cureke alîkariyê

Serokayetiya Herêma Kurdistanê herdu teqînên ku şeva Newrozê li bajarê Hesekê çêbûn, bi tundî şermezar kir û ragihand ku amade ne bi her cureyekê alîkariyê pêşkêş bikin.

A+A-

Serokayetiya Herêma Kurdistanê herdu teqînên ku şeva Newrozê li bajarê Hesekê çêbûn, bi tundî şermezar kir û ragihand ku amade ne bi her cureyekê alîkariyê pêşkêş bikin.

 

Serokayetiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ew teqîn wek karekî tirsonek yê terorîstan bi nav kir û got: “Ev tawanên wiha wê îradeya gelê Kurdistanê di rûbirûbûna terorîst û dijminên mirovayetiyê de bihêztir bike û rêzên gelê Kurdistanê jî li hember dijminan bihêztir û yekgirtîtir bike.”

Di daxuyaniya xwe de, Serokayetiya Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê û Hesekê tekez kir û ragihand ku ew amade ne her cureke alîkariyê pêşkêş bikin.

 

Serokayetiya Herêma Kurdistanê herwiha sersaxî li malbata şehîdên teqînên Hesekê kir û selametî ji birîndaran re xwest.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin