Barzanî biryara îdamê îmze kir!

Barzanî biryara îdamê îmze kir!

Li Herêma Kurdistanê derbarê zêdetirî 300 kesan de biryara îdamê hatiye dayîn.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryara sêdaredana kujerê Minaya 18 mehî îmze kir. Bavê Mînayê jî dibêje; “Serok soza xwe bicîh anî.”

Roja 6ê Hezîrana 2016ê, keçina 18 mehî ya bi navê Mîna Mêvan li ber mala xwe ya li taxa Serhildan a bajarê Duhokê hate revandin. Piştî 10 rojan termê Mînayê bi awayekî parçekirî li gundê bavê wê Beraşî, hate dîtin.

Bi taybet piştî ku eşkere bû kujerê Mînayê xwestiye destdirêjiyê lê bike, bûyere kuştina wê rastê bertekek mezin hat.  

Rêveberê Giştî yê Polîsên Duhokê Tariq Ehmed beriya niha ji Rûdawê re gotibû; “Hê ji destpêkê ve malbata Mînayê guman ji wî xizmê wan dikir. Piştî pêdaçûnan derkete holê, ku heman kesî Mîna revandiye û li gund xeniqandiye. Tawanbar li tawana xwe mikur hatiye û eşkere kiriye, ku xwestiye destdirêjiyê bike û paşî Mîna kuştiye.”

Piştî vê bûyerê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêwendî li gel bavê Mînayê Mêvan Ehmed re danî û soz da, ku dê pêdaçûna dosyeya kuştina Mînayê bê kirin.

Roja 10ê Tîrmehê Dadgaha Tawanên Yekê, li gorî xala 406 a Yasaya Sizadana Iraqê, derbarê kujer (E.H.E) yê 22 salî de, biryara sêdaredanê derxist. Dadgeha Pêdaçûnê jî roja 19ê Cotmehê ev biryar pesend kir.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, roja 27ê Mijdara 2016ê, Serokê Herêma Kurdistanê MEsûd Barzanî, biryara dadgehê îmze kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi piştgirêdana benda 7 a xala 10 ya Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê-Iraqê, ku bi jimare 1 a sala 2015ê hatiye erêkirin û herwiha benda (B) ya xala 385 a Yasaya Bingehên Dadgeha Sizadanê ya Iraqê, ku bi jimare 33 ya sala 1971ê hatiye erêkirin, ev biryara li dijî kujerê zaroka 18 mehî, pesend kiriye.

Bavê Mînayê, Mêvan Mihemed ji Rûdawê re ragihand; “Serok Barzanî soza xwe bicîh anî. Em spasiya wî dikin. Ew tawana ku li hember me hate kirin, tawanek mezin bû. Divê ew kesên tawanên wiha dirindane û li dijî mirovahiyê dikin, bên sizakirin.”

Ji ber aliyê wê yê exlaqî û wîjdanî, rayagiştî li ser torên civakî daxwaza sêdaredanê ji bo kujerê Mînayê dixwest. Bi pratîkî li Herêma Kurdistanê biryara sêdaredanê hatiye rakirin û Serokê Herêma Kurdistanê jî bi giştî sizayên sêdaredanê îmze nake.

Li Herêma Kurdistanê ev 7 sal in sizayên sêdaredanê hatine ragirtin. Di meha Tebaxa 2015ê de li bajarê Duhokê, Dadgeha Sizadanê biryara sêdaredana zilamek û du jinên wî de cîbicî kir, ku bi revandin û kuştina 2 keçikan dihatin tawanbarkirin.

Li Herêma Kurdistanê sizayên sêdaredanê ji aliyê Wezareta Navxwe, bi amadebûna nûnerên Yekîtiya Zanayan û parêzerê tawanbar tê pêkanîn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê niha li Herêma Kurdistanê derbarê zêdetirî 300 kesan de biryara îdamê hatiye dayîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin