Barzanî: Biryara Ebadî ya derbarê balafirxaneyan de gelekî girîng e

Barzanî: Biryara Ebadî ya derbarê balafirxaneyan de gelekî girîng e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piştî derxistina biryara rakirina dorpêça li ser balafirxaneyan, li bendê ne ku hikûmeta Iraqê mûçeyên beşek ji fermanberan bişîne.

A+A-

Piştî derxistina biryara rakirina dorpêça li ser balafirxaneyên Kurdistanê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve û vegerandina yasaya bûdçeyê bo parlementoya Iraqê ji aliyê Fuad Mehsûm ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civîneke çapemeniyê pêk anî.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku şeva borî peywendiyeke telefonî ligel Ebadî encam daye û têde Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekezî li vekirina balafirxaneyan û şandina mûçeyên beşek ji fermanberan kiriye.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: "Piştî peywendiya telefonî, Ebadî îro bi xwe di civînê de ligel şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê tekez kiriye ku mûçeyên beşek ji fermanberan dê bişînin. Em hêvî dikin ev pirsgirêk werin çareserkirin û em li bendê ne."

Barzanî spasiya biryarên Ebadî kir û got: "Em pêşwazî li pêngava Ebadî dikin û spas dikin, biryara vekirina balafirxaneyên Kurdistanê pêngaveke giring e, çareseriya pirsgirêkan ji pêngava yekem dest pê dike, li gor min çareserkirina van du pirsgirêkan pêngavên giring in û cihê destxweşî û spasiyê ne. Ez bawer im eger em bi vê ruhiyetê bixebitin, dikarin pirsgirêkan çareser bikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin