Baroya Wanê dîmenê keştîya bû gora 61 penaberan belav kir.

Baroya Wanê dîmenê keştîya bû gora 61 penaberan belav kir.

Baroya Wanê dîmenê keştîya li Gola Wanê bû gora 61 penaberan belav kir.

A+A-

Mehên borî li Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê keştîyeke penaberan noqî avê bûbû. Bi rojan laşên penaberan di bin ava golê de hatibûn derxistin. Herî dawî 61 laşên penaberan ji Gola Wanê hatibûn derxistin.

 

Komîsyona Koçberî û Îltîcayê ya Baroya Wanê rapora têkildarî keştîya di 27'ê Hezîranê de noqî avê bû amade kirîye aşkere kir. Komîsyonê dîmenê keştîya penaberan a berîya noqî avê bibe hatîye kişandin parve kir. Di keştîyê de 61 penaber di golê de xeniqîbûn. Baroya Wanê rapora der barê keştîyê de aşkere kir û dîmenên berîya keştî noqî avê bibe hatine kişandin parve kir. Derket holê ku 15 deqîqe berîya ku keştî noqî avê bibe dîmen hatine kişandin.

 

Tespîtên ku komîsyonê kirin wiha ne: 

 

* Bûyer di 27.06.2020'an de pêk hat. Lê li gorî me têkilîya vê bûyerê û bûyera 26.12.2019'an a li Elcewazê pêk hat girêdayî hev in. Dîsa têkilîya faîlan jî bi hevre heye. 

 

* Di rapora ku me nivîsî heta ku rapor hat amadekirin li Gola Wanê cenazeyê 61 kesan hat dîtin. Van mirovan di encama qezayê de jîyana xwe ji dest nedane. Bûyer bi zanebûn û qest e. Divê bûyer wekî qeza neyê destgirtin. Wekî kuştinabi qest bê zanîn. Keştîya ku 17 kesan bar dike di şertên dermirovîyê de mirov bar kirine. 

 

*Di bûyerên bi vî rengî de daraz bê liv û tevger dimîne û temaşe dike. Polîtîkayên becazabûnê rê li pêş van komkujîyan vedike. 6 meh berê jî bûyer pêk hatibû û 7 penaberan jîyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî bûyera li Elcewazê pêk hat jî wekî qeza hatîye destgirtin û 7 meh borîn lê hêj îdeaname nehatîye amadekirin. 

 

* Koçberîya penaberan a li ser Gola Wanê demek dirêj e bi keştîyên masîvanan tê kirin. Welatîyên li herêmê dijîn van agahîyan baş dizanin. Lê çawa dibe ku agahîya rayedaran ji vê trafîkê tune ye. 

 

* Ji ber li herêmê demek dirêj pevçûn heye, li ser sînorê Îranê bi taybetî piştî kalekoll hatin avakirin û balafirên bê mirov li herêmê digerin, çawa çê dibe koçber bi komî sînor derbas dikin. Ev kom çawa heta Wanê bê pirsgirêk tên. Ev balkêş e. 

 

* Dîsa di navbera Wanê û Bajarên din de 24 saetan esker û polîs nobetê digirin. Ji ber vê yekê penaber û koçber rîskê didin ber çavan û xwe li mirinê diqelibînin. Penaberên li van nokteyên kontrolê tên girtin jî daxwazên wan ên parastin û starîyê li ber çavan nayên girtin. Piştî demek dirêj li van kampên vegerê tên girtin dîsa wan dersînor diin.

 

* Wekî tê zanîn Komîserîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (BMMYK-UNHCR) di sala 1997'an de li Wanê ofisa qadê vekir. Bi vê ofîsê kesên nû dikevin Tirkîye û li qadê digerin dixin bin qeydan. 

BMMYK di îlona 2018'an de xebatên penaberan a Wanê dewrî Tirkîyeyê kirîye û ofîsa qadê girtîye. Di vê komkujîya komî de bêdengîya BMMYK û Rêxistina Koçberîyê ya Navneteweyî (IOM) balkêş e. 

 

* Di şexsê Wanê de ji ber bê pergalîya starîya koçberîyê, bûye têkoşîna li dijî koçberîyê û penaberên li ser sînor û derve tên girtin daxwaza wan a penaberîyê nayê qebûlkirin. 

  

Pêşnîyarê komîsyona Baroyê wiha ne: 

 

* Divê Serdozgerîya Komarê ya Wanê  bûyera di 27.06.2020'an de li Gola Wanê pêk hat u bûyera li Elcewazê pêk hat bi hev girê bide. Dozgerê Elcewazê bi hevre vê dozê bişeşînin. Divê lêpirsîn li gorî xala 2'an a PMME'ê yê mafê jîyanê û xala 82'an a TCK'ê ya sucê kuştina mirovan bê meşandin. 

 

* Divê têkildarî bûyerê lêkolîn û lêpirsînek serbixwe û bê alî bê meşandin. 

 

* Divê dawî li polîtîkayên bêcezakirinê bînin û vê meseleyê nekin bazirganî. 

 

* Tivê komara Tirkîyeyê fikara erdnîgarîyê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî bi dawî bike. Divê polîtîkayên ewlehîyê zelal bimeşîne. 

 

* Divê li Wanê di nokteyên lêgerin û kontrolê de nokteyên ku penaber serî lê bidin û mafê starîyê bixwazin bên avakirin. 

 

* Divê der barê personelên li ser sînor peyvirê dikin, hebûna malê wan bê lêkolînkirin. Divê kesên li nokteyên kontrolê peyvirdar bi rêk û pêk bên perwerdekirin. 

 

* Divê venertina li ser gola wanê bêtir bê zêdekirin. 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin