Baroya Şirnexê: Em dixwazin kiryarên darbirînê bên diyarkirin

Baroya Şirnexê: Em dixwazin kiryarên darbirînê bên diyarkirin

.

A+A-

Baroya Şirnexê bi armanca balkişandina ser birîna darên daristanên li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, li ser medya civakî bi hashtaga #ŞırnaktaOrmanKatliamı (li Şirnexê Qetlima Daristanan) kampanya da destpê kirin.

Baroya Şirnexê 19ê Temûza 2022ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê birîna darên daristana parêzgehê de ku demeke dirêje berdewam e peyamek belav kir û got: “Li gor amarên fermî di 7 mehan de ji %8 daristana me jinav hat birin. Di nav sala piştî wê jî bê navber birîna daran berdewam kir. Bi vî awayî qetilkirina daristanê li gor xala 169 ya Destûra Bingehîn û Qanûna Daristanê 91/1ê sûc e. Em daxwaz dikin ku kiryar bên diyarkirin. #ŞırnaktaOrmanKatliamı”

Li ser medya civakî derbarê mijarê de hejmareke welatiyan û saziyên sivîl nerazîbûna xwe diyar kirin û piştgirî dan kampanya baroyê.

Berî çend rojan Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz ragihandibû ku niha li 14 deverên sînorê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê birîna darên daristanan berdewam e û gotibû, “Darên tên birîn li navçeya Navyan a Çiyayê Cudî tên komkirin û ji wir jî bo bajarên din tên firotin.”

Rojhat Dilsîz gotibû têkildarî mijarê bi rêya mailê serî li çend saziyên jîngeh û xwezayê yên navdar ên wek Greenpeace, Komaleya Xwezayê û çend weqfan dane lê wan jî heta  niha ti pêngavek berbiçav neavêtine. HerwihaDilsiz diyar kiribû ku wan bi rêyên yasayî jî çend caran gilî tomarkirine, lê hemû hatine red kirin û ti encamek bidest nexistine.

Serokê Komîsyona Jîngehê yê Baroya Şirnexê Fadil Tay jî derbarê mijarê de gotibû “Mixabin ev serê 2 salan e, çiyayên Kurdistanê bi taybetî Çiyayê Cudî heta Çiyayên Başûrê Kurdistanê dar û daristanên me tên jêkirin û talankirin. Ev bûyera darjêkirinê jî ji aliyê Hêzên ewlekariyê ve tên kirin.”

Serokê Baroya Şinexê herî dawî tekez kir ku ew dê wek baro ji bo rawestandina têkdana xwezaya Şirnexê hemû proseyên yasayî bidin meşandin û derbarê mijarê de jî banga piştevaniyê li raya giştî kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin